Teksta axavtina serokê hikûmetê di konferensa li Londonê
Hemû teksta axavtina Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di konferensa geşepêdana aboriya herêma Kurdistanê de ku di 15-16ê vê mehê de li Londonê çê bibû:
Mêvan û xûşk û birayên birêz.
Ez gelek kêfxweşim ku beşdariyê di vê konferensê de dikim daku ji we re behsa çand guhetinên giring li herêma Kurdistanê û derfetên berhemînanê li herêma Kurdistanê bikim. Kurdistanê gelek êş û azar li ser destê diktatoriyê dîtîye. Lê di çend salên kêm de Kurdistan karî xwe ava bike û ji bo derfetên mezin bibe cîyekê minasib. Ev avakirin jî bêy alîkariya Berîtaniya û welatên din yên di pêkanîna devar dijîfirînê di sala 1991ê beşdarî kirî û herwesa rizgarkirina Îraqê di sala 2003ê de bidest ve nedihat.
Ez dixazim sipasiya hikûmeta England û şahê Berîtaniya Yekgirtî bikim ji bo amadakirin vê konferensê. Herwesa em bi çavekê mezin li qurbaniyên Berîtaniya yên ji bona rizgarkirina xelkê Îraqê dinêrîn û nuha jî bixêrhatina beşdarbûna wan dikiîn bo herêma Kurdistanê.
Alîkarî û berhemînan kilîta pêşketinên mezin e. Em dixazin bi we re minaqeşeya armancên xwe yên ji bona geşkirina aborî, xweşkirina jiyana hevwelatiyan, siyaseta dabînkirina asayîşê û îstîqrarê bikin.
Li vir giringe behsa wê çarçoveya herêma Kurdistanê ketiye dinav de bikin, Îraq bi dirêjiya gelek salan li ser destê rijêmeke zalim jiyaye, rijêmek ku ji kuştin û bêparkirina hevwelatiyan ji mafên jiyanê xwe nedaye paş. Di bin deselatdariya Sedam Hisên da bi hezaran gundên kurdan hatin wêran kiirn, bi sedhezaran xelk hatin kuştin, tevkojiyeke raseqîne li dijî gelê kurd hat ajotin, hemleyeke wisa bû, ne tenê ji bo wêrankirina gundan bû, lê ji bo jinavbirina nasname, kultur û infrastruktura aborîya Kurdistanê bû.
Piştî di sala 2003ê Îraq ji destê zilm û zordariyê rizgar bû, kurda bi xwesteka xwe biryar de ku digel îraqeke plural, demokratîk, destûrî û federalî de bimîne. Me piştevaniya federaliyê kir ne bi tenê ji bo parastina hukimdariya xwe ya 12 salî, lê baweriya me ew bû ku hukimdariya merkezî di Îraqê de sikestiye û sernakeve. Jiber hindê ew kesên dibêjin federalî bi tenê ji bo Kurdistanê ye, ew şaş in. Herwesa eger ew kesne wisa tê bigihîjin ku sîstema federalî Îraqê dabeş dike, ew şaş di federalîmê gihîştine. Di rastiyê de sîstema federalî esas û demana parastina Îraqeke yekgirtî, pirneteweyî, mezhebî û olî ye.
Xûşk û birayên birêz
Hikûmeta herêma Kurdistanê di van salên çûyî de pêşketinên baş encam dane û di gelek warên cihê de xwediya stratejiyeke berfirh e. Armanca me bidestveanîna daxazên xelkê Kurdistanê ye, baştir xizmetkirina hevwelatiyan bi rêya cîbicîkirina pirojeyên xizmetgozarî, pirojeyên akincîkirinê, çêkirina rê û pira, perwerde, saxlemî û geşepêdana zîraetê li herêma Kurdistanê.
Dema em karwanê pêşketinên Kurdistanê dibînin, giringe em li bîra xwe bînin ka me li kuderê destpêkiriye. Herêma me pêwîstî bi vaakirina jêrxaniya aborî bû ku ji aliyê rijêma jinavçûyî ve rastê wêran û kavilkirinê hat bû. Ew rijêma di hemû rewş û waran da li dijî jiyana xelkê Kurdistanê miamile dikir.
Sala 1991ê bi tenê yek zanîngeh li herêma Kurdistanê hebû, zanîngeha Selahedînê bû ku 7 kolêj û 31 beş û 800 xwendekar hebûn. Wê demê 3 peymangehên teknîkî li Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê hebûn.
Îro li herêma Kurdistanê 7 zanîngeh hene û 4 zanîngehên din birêvene. 110 kolêj di warên cihê de hene. 20 peymangehê teknîkî digel 3 kolêjê teknîkî hene. Herwesa gelek kolêj û peymangehên sektora taybet di warê zanistên tibî, teknolojî, zanistên civakî û aborî de pêşketî hene.
Warê perwerdeyê pêşketên mezin çêbûne, di sala 1991ê de 1320 xwndingeh, 21291 mamoste,55000 xwendekar li sertaserî herêma Kurdistanê hebûn, lê îro me 5500 xwandigeh, 85000 mamooste û 1400000 xwendekar hene.
Hikûmeta herêma Kurdistanê warê perwerdeyê di karên xwe yên pêşîn de danaye. Di vê dawiyê de me pirojeyê avakirina xwandingehên modern destpêkir û 120 milyon dolar weke budce jê re berdest kirin, ev xwandingeh dê li gor standartên navdewletî bin.
Armanca me ewe ku enerjî, şiyan û jêhatiya xelkê xwe bekar bînin. Ev armanc jî bi rêya hebûna sîstemeke perwerdeyê ya baş dê bidestve bê. Hikûmeta herêma Kurdistanê di vê dawiyê de 100 milyon dolar ji bo pêşxistina şiyanên mirovî li herêma Kurdistanê berdest kirine ku li gor vî pirojeyî dê ji bo wergirtina diplomayên master û doktorayê xwendekarên kurd bişînin derve da ku li zanîngehên pêşketiyên cihanê bixwînin. Bi vekê jî dê stafekê şareza û akademîk ji bo saziyên akademîyên hikûmetê û amadekirina kadiroyên baş bo sektora girştî û taybet ji bo geşepêdana herêma Kurdistanê perwerde bibin. Her di çarçoveyê reformên sîstema perwerdeyê de hikûmeta herêma Kurdistanê pilaneke berfireh ji bo parastina serbixweyîya saziyên akademîk madekiriye.
Di warê akincîkirinê de jî, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo ku hevwelatî bi hêsanî û bi qîmeteke minasib xaniyan bidest bixin, pilaneke berfireh dest pê kiriye. Pirojeyên akincîkirinê yên ji aliyê sektotra taybet ve tên çêkirin ji bo hikûmetê gelek giring in, ji ber hindê em hemû hêsankariyan jê re dikin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê 170 milyon dolar ji bo qonaxa duyem ya akincîkirinê ku dê di meha tîrmehê de bikeve di warê praktîkê de, berdest kirine. Di qonaxa duyem de 7 hezar yekên akincîkirinê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê tên avakirin.
Di warê avadankirin û jêrxaniya aborî, ji sala 1991ê de me 900km rê qêr kirine, 4000 pirojeyên ava vexarinê cîbicîkirine, gelek ji van pirojeyan li Hewlêr, Dukan û Silêmaniyê pirojeyên mezin û sratejîk in. Tevî cîbicîkirina 6800 piorjeyên av û solîna li bajar û bajarokên Kurdisyanê hatîne cîbicîkirin.
Sektora saxlemiyê jî gelek pêşketin çûbûne, di sala 1991ê de bi tenê 27 nexweşxaneyên hikûmî li herêma Kurdistanê hebûn, nuha zêdetir ji 50 nexweûxane hene û çend nexweşxane û senterên saxlemiyê yên taybetî jî hene. Di sala 1991ê de bi tenê 1150 dixtor li herêma Kurdistanê hebûn û nuha jî zêdetir ji 3600 dixtor li herêma Kurdistanê hene.
Hikûmeta herêma Kurdistanl ji bo çewaniya geşkirina kertê taybet û derkirina biryarekê ji parlamnetoya Kurdistanê ji bo parastina mefê kesên nexweş û karmandên tendirustiyê komîteyek pêkanîye. Herwesa dabînkirina teknolojiya nû ji bo taqîgehan û cîyên din yên warê saxlemiyê bi awayekî ku digel pêşketina saxlemiya herêma Kurdistanê de minasib bin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina warê tûrîzmê li herêma Kurdistanê bi cidî dixebite. Nuha em di pirosesa avakirina hotêlên bilind û moderin dayîn. Herêma Kurdistanê bûye cîyê gelek xetên balafirên navdewletî.
Beriya sala 2003ê tu firokexanyên medenî li herêma Kurdistanê nebûn, nuha du firokexaneyên navdewletî hene. Yek li Silêmaniyê û ya din jî li Hewlêrê ye. Firokexanyea navdewletî ya hewlêrê ya nûh yek ji firokexaneyên çalakên Rojhilata Navîn e, dikara tehemula hemû awayên firokeyên modern bike û xwedî dirêjtirîn rêrewe li rojhilata navî û pêncemîne di cîhanê de.
Di warê enerjiyê jî de, ji sala 1991ê heta 2007ê 11 wêstgehên berhemanîma enerjiyê hatîne diruskirin. Sê ji wan wêstgehan îmkanên berhemanîna 1750 MW heye. Hikûmeta herêam Kurdistanê ji bo zêdetirkirina berhemê karebê berdewam dixebite. Nuha 96 wêstgehên dabeşkirina karebê hatîne dirustkirin. Tora karebê bi dûriya 3500km li sertaserî herêma Kurdistanê hatiye rakêşan. Vê yekê jî wisa kiriye ku karebe ji 2 demjimêran li sala 1991ê bo 18-20 demjimêran zêde bibe. Em hewildidin ku her malekê 24 demjimêran kareb hebe.
Herwesa me destpêkiriye ku derametên xwezayî ji bo berjewendiya hemû îraqiyan bikarbînin. Lo gor destûrê herêmêm federe mafê pêşxistin û îdarekirina bîrên gaz û patrolê yên nehatîne dîtin heye. Parlamentoya Kurdistanê qanûna patrol o gazê di sala 2007ê de pesind kir û îmzakirna kontraktên patrolê bi kompoaniyên biyanê re di meha îlona heman salê de dest pê kir. nuha 40 kompaniyên navdewletî ji 17 welatan li herêma Kurdistanê li dûv neft û gazê digerhin.
Eger patrol ji aliyê merkes ve bê kontrol kirin karesate. Rastiyeke bi êş heye ku em dibînin welatekê zengîn bi miqdareke bê sînor ya derametên xwezayî, ji encamê bi dehan sala bi xerabî îdarekirinê ji aliyê mekezî ve, bûye welatekî xerabe. Hêşta gelek deverên Îraqê yên bi samanê patrolê zengîn in, xelkê wan devaran dibin xeta hejariyê de dijîn.
Li ser hindek pirsên diyarkirî em û hindek girupên nav hikûmeta federe xwediyê dîtinên cihê ne. Baweriya me ew ku beriya rewş zêdetir aloztir bibe, divê pirsên cîyê nakokiyêne bên çareser kirin.
Hemû îraqiyan maf heye ji dahatê patrolê sudmend bin. Ji ber vê yekê di vê sektora patrolê bi awayekî gelek baş bê îdarekirin. Lawaziya hinartina neftê bo derve û berhemînana neftê li Îraqê ji encamê siyaseta patrolê ya faşil e. Li ser berhemanîna patrolê li herêma Kurdistanê nakokî heye, lê me hertim bi rêya diyalogê ji bo çareserkirina wan arîşeyan li gor destûrê, ew destûra piraniya îraqiyan deng jê re daye, amadeyîya xwe nîşan da ye.
Ez bi kêfxweşî ve we agadar dikim ku, piştî gelek xebat û tekoşînê, civata wezîrên Îraqê li ser wî pirojeyê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo çareserkrina pirsgirêkên hene pêşkeş kir bû qebûl kiriye. Em hêvîdarin ku ew lihevhatin bikeve di warê piraktîkê de.
Berî sala 2003ê hebûna neftê li herêma Kurdistanê ji bo piraniyê ne eşkere bû. Nuha li gor dîtina geologiyan li herêma Kurdistanê zêdetir ji 45 milyar bermîl nefta yedek heye. Û 3-6 tirilyon metir sêca gaza xwezayî li herêma Kurdistanê heye.
Nuha herêma Kurdistanê dikare rojê 100 000 bermîlên nefêt bo derve binêre, û dikare di çend mehên din de wê nisbeyê ducar hind bilin bike. Her di van rojan de 8 bîrên neftê hatîne dîtin ku sê ji wan bîran di dereceya bilind de ne. Herwesa em dikarin het 3-4 salên din berhemê neftê bo yek milyon bermîl rojê zêde bikin. Herwesa ji bo pîşesaziya patrokîmiyayî û warên peywendîdar jî li herêma Kurdistanê derfetên baş hene. Rafîneriyên neftê li herêma Kurdistanê karîne daxaznê lokal ji bo neft û enerjiyê cîbicî bikin. Sê rafîneriyên sektora taybet jî ku dikarin rojê 200 000 bermîl berhem bînin di piyasê dene. Nuha ew nîva vê nisbeyê encam didin û di nava 1-2 salên din de dê nîva din jî encam bidin. Pilana me berdewam digel vê hindavê diçe ji bo bidestveanîna armancên me û herêma Kurdistanê ji bo van pêşesaziyan li Îraqê û derveyî Îraqê bikîn senterek.
Xûşk û birayên birêz
Ya me li jor gotî manaya wê ne ewe ku her tişr hêsan û saxleme. Civaka herêma Kurdistanê û hikûmeta wê girêdayî bi paşmayên şerê navxwe, çembera aborî, sîsteme bîrokrasî û hikûmeteke mezin e. Civaka me di qonaxa guhastinê de ye bo civakek timam demikarat ku hukmê qanûn û bazarê azad hebûna xwe hebe.
Nuhe gelek tehdayî li pêşiya me ne, yek ji wan jî gendelîye ku, em bi pilaneke çend stûnî û ecendayeke reformxaz ber bi çareserkirina gendeliyê ve diçin.
Bi Hevkariya saziya Price Waterhouse ku, yek ji saziyên pêşengên cihanî yên di warê şêwermenyê de di warê darayî û hisabat da ker dike, hikûmeta herêma kurdistanê pirojeyê hikûmeta baş û destpêşxeriya şefafiyê ragehandiye û herwesa hikûmet mijûlî encamdana piroseseke hûr ya helsengandina rêsayên hikûmetê û karên wê ye.
Hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya reşnivîsa qanûnekê ji bona damezrandina komîteyekê bo berhingarbûna gendeliyê û ber bi pêşvebirina îdareyeke baş, kiriye.
Herwesa weke beşek ji karên me ji bo berevpêşbirina îmkanên hikûmetê, me pirojeyê hikûmeta elektironî ji bo girêdana saziyên hikûmetê, xelk, bihêzkirina hevwelatiyan, kertê taybet û berhemînanê îlan kiriye. Em dixazin herêma xwe di warê aborîde bi rêya tora berdbanda enternet bihêz bikin.
Em ji bo pêkanîna jîngeheke minasib ji bo bazirgan û sermayedaran dixebitin, jîngehek ku bikare sermayeyê lokal û biyanî bo aliyê xwe rabikêşe. Ev yek jî di rêya damezrandina senterên bazirganiya azad digel welatên cîran tê kirin. Ji bo vê armancê digel Tirkiye û Îranê hindek gav hatine avêtin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê wê yekê dizan e ku divê kertê taybet di geşepêdana aborî de rokele pêşeng hebe. Me ji bo dabînkirina atmosferekî hêja bo warê bazirganiyê û berhemînanê karên giran kirine. Hikûmeta herêma Kurdistanê di rêya damezrandina konseya berhemanînê û derkirina qanûna investkariyê li herêma Kurdistanê gelek hêsankarî bo berhemanînê li herêma Kurdistanê kiriye. Ne bi tenê kertê taybet ber bi pêşve dibe, lê miamileyeke yeksan bi berhemînerên biyanî û lokal di hemû warn de weke; milkdarî, nedana bacê û herwesa mafê guhastina qazancê bo derve, dike.
Van xebatên me wisa kiriye ku gelek welat li herêma Kurdistanê karê investkariyê bikin û , sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin weke; Berîtaniya, Japon, Tirkiye, Çîn, Amerîka, Almaniya, kanada, Koreya Başûr, Îran, Libnan, Norvej, Îmarat, Suriya, Urdin, Erebistana Siudî, Kwêt û gelek welatên din.
Meha nîsanê ya çûyî îcazeya berhemanînê ki ji aliyê konseya berhemanînê di warê akincîkirin, bank, pîşesazî, tûrîzm, perwerde, zêraet, tendirustî û peywendiyên xizmetgozarî gihiştiye 13 milyar dolaran.
Herwesa peywendiyên diplomasî yên herêma Kurdistanê bi welatên biyanî re bi awayekî ber bi çav pêşkerine. Konsolxane û nûneratiyên welatên biyanî li Hewlêrya paytext berdewam di zêdebûnê de ne.
Mêvanên birêz
Tecrûbeya me di demên burî de, tevî bilinbûn û nizim bûnê, wê baweriyê dide me û îspat kir ku pêşketin û geşkirin tiştekî mistehîl nîne. Em hîn bûn ku bîreweriyên tehil û nexweşên çûyî biguherîn bo xewna paşerojeke baştir..
Baweriya me ewe ku di Îraqeke demokratîk de hemû berevpêşçûn û geşepêdana herêma Kurdistanê beşeke ji pêşketina hemû Îraqê û pirosesa demokrasiya wê.
Tavî kêmasiyên rewaş emnî li Îraqê jî, lê aboriya wê hêdî-hêdî geş dibe. Berhemanîn û geşkirina navxweyî di sala 2007ê de ji %1.5 bo ji %4.3 bilin bûye. Li gor hin texmînan ji ew nisbeye îsal ji bo ji %7 bilind bûye û sala bê dê bo ji %8 bilind bibe.
Atmosferekî aram, aboriyeke geşkirî û ber bi pêşveçûna bi lezgîn ya herêma Kurdistanê modelek geş ji xwe re dirust dike û ji bo beşên din yên Îraqê dê bibe deriyekê gelek baş.
di sala 2003ê de li Îraqê dahatiyê her tak (ferd) 465 dolar bû. Nuke li herêma Kurdistanê dahatiyê tak 4.500 dolar e, lê li hemû Îraqê dike 3.600 dolar.
Herêma Kurdistanê bi 4.5 milyon nifos û 800.000 km duca, di warên zîraet, pîşesazî, enerjî, tûrîzm, bazirganî û berhemînanê dikare ber bi pêşve biçe.
Ez hêvîdarim ev konferense bibe destpêka serhildana karên nû û hevbeş, daxazê ji we dikim ev delîva zêrîn ji we nekin û bingehek li herêma Kurdistanê deynin û bibine beşek ji destpêkeke nû bo Îraqê û Kurdistanê.
Me rêyeke dûr û dirêj biriye, lê em piştrastin ku em dikarin zêdetri bikin.