Polîtîk

SHK êrîşên vê dawiyê ya PKK bi tundî şermezar kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya rûn û eşkere sebaret bi êrîşên vê dawiyê ya Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeyê sînoriyên Şemzînan radigihîne û bi tundî jî şermezar dike.

Her wiha em radigihînîn ku encamdana van êrîşan bi tu awayekî xizmeta doza Kurd nake, ji ber ku bi berevajiya wê dibine sedema ji holê rakirina pêvajoya aştîvaniya çareser kirina vê dozê.

Heman demî de jî em daxwazê ji Tirkiye dikîn ku karvedana wê, nebe bombebaran kirina navçeyên sînoriyên Herêma Kurdistana Iraqê, ji ber ku ew bombebaran buye sedema wê yekê ku zerer û ziyanê canî û malî bi hemwelatiyên wan navçeyan bikeve.

Careke din bi tundî wan êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê şermezar dikîn û rê jî nadîn axa Herêmê wekî pêgeheke ji bo êrîş kirina ser welatên hevsû û cîran bête bikaranîn.

Her wiha bi baweriya xwe ya xurt beramberî çareseriya aştiyane û hevdû têgihiştin û diyalogê dûpat dikîn ku ji bo gihiştina qonaxekî  ku têda dawiya xwîn rijandinê bîne.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21/06/2010

Back to top button