Cîhan

Tirkiye balefirek cengî ya Suriye exist

Nêzikî tixûbê Tirkiye şerê hezên rejima Esed û opozisyonê dijwar bû. Dema hezên rejîmê balefirên cengî rêkirin li ser hêzên opozisyonê, li gora tê gotin balefirên Suriye ketin xeta ezmanî ya Tirkiye.

Balefirên cengîyên Tirkiye jî bilind bûn û balefirek ya Suriye existin.

Piştî vê bûyerê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan da xuyakirin ku dema balefirên cengî yên Suriye xeta ezmanî ya Tirkiye derbas bikin dê bersiva wan gelekî tund be.

Berpirsekî leşkerîyê Suriye ev karê Tirkiye dike wek dijminetiyek eşkere bi navkir.

Back to top button