Kultur

Ji Nûbiharê jimara taybet ya Kurdên Qafqasyayê

 

Kovara Nûbiharê, li ser Kurdên Qafqasyayê ku ew jî bi giranî li Ermenistanê nav dane, jimareke taybet amade kiriye. Nivîsên vê jimarê bi amadekariya Hasan Akboğa ku xwendekarê lisansa bilind ya Universiteya Bingolê ye hatiye kirin. 

Jimara Nûbiharê ya 126an, jibilî helbestên vê jimarê, bi hemû nivîsên xwe wekî jimareke taybet li ser Kurdên vê heremê amade bûye. Dema behsa Kurdên vê derê tê kirin, Radyoya Yêrîvanê, Rojnameya Rêya Teze, gelek dengbêjên bi nav û deng, kilam û dengê Serhedê, nivîs û xwendina Kurdî, di Kurdî de romana yekem, di warê folklorê de arîva dewlemend û gelek tiştên din tên bîra mirov.

Di vê jimarê de nivîsên gelek balkş hene. Ji bo kesên dixwazin di vê mijarê de bixebitin, ev jimara Nûbiharê hêjayî arîvkirinê ye.

Li Ermenistanê di warê kurdolojiyê de çi xebat hatine kirin, rojnameya Rêya Teze, Radyoya Yêrîvanê, kîjan kes û malbat derketin pş, nivîskar û berhemên wan tev di vê jimarê de behsa wan tê kirin.

Berpirsiyarê giştî yê kovarê Süleyman Çevik, di nivîsa xwe de behsa Kurdên ku li derî welatê xwe dijîn dike û gotinê tîne ser Kurdên Ermenistanê û “Her Kurd deyndarê Kurdên Qafqasyayê ye!” dibêje.

Nivîsên di vê mijarê de hatine nivisîn ev in:

Hasan Akboğa: “(Pşkî) Kurdên Qafqasyayê”

Wezîrê Eşo: “Konferansa Kurdzaniyê ya  yekemîn li Yêrîvanê”

Eskerê Boyîk: “Rojnameya Riya Teze”

Têmûrê Xelîl: “Ew ji cîhanê bi xeyd û: Fêrîkê Ûsiv”

Mehmet Gultekîn: “Kurdên Qafqasya Baûr -Dîrok û Zargotin-”

Nîhat Gultekîn: “Qonaxa rewşenbîriya zimanê Kurdî: Radyoya Yêrîvanê”

Rahmetullah Karakaya: Eskerê Boyîk re hevpeyvîn: “ûrê destê şervanê me, zimanê me ye”

Prof. Dr. Ordîxanê Celîl: “Radyoya Yêrîvanê û bîranînên min”

Kawa Nemir: “Qanatê Kurdo: Yek ji baskên çanda me”

Goran Candan: “Heciyê Cindî: Jiyan û Kar”

Paşa Amedî: “Malbata Casimê Celîl”

Zeynelabidîn Zinar: “Kurdistana Sor”

Murad Celalî: “Di romanên Erebê Şemo Jiyana Bextewar û Hopo de: Tîpên şoreşger ên romantîk!”

Memo Şahîn: “Kurdên Ermenistanê hewceyî alîkariyê ne!”

Ömer Toprak: “Ji aliyê vegotinzaniyê ve nirxandina Xatê Xanimê”

Nûrcan Sartık: “Taybetiya romannûsiya Kurdên Qafqasyayê”

Omer Delîkaya: “Di wêjeya Qafqasan de teyrekî xerîb: Sîras!”

Hasan Akboğa: “Helbesta “Zimanê Kurdî” û helbestvanekî winda: Dr. Şikoyê Hesen!”

Kesên ku bi helbestên xwe di vê jimarê de cih digrin ev in:

Rojen Barnas, Dilşad Mutî , Yunus Emre (wergera Talat İnanc), Hafizê îrazî ve Mewlana Celaleddînê Rûmî (wergera Hayrullah Acar) Dilêr Zana, M. Zahir Ertekin Mem Med, Seyîd Demîrkiran, Huseyn Şemrexî, Evdal Baqî, Azad Rêbiwar.

Ji bo irtibatê: [email protected] Tel: 0212 519 00 09,

Back to top button