Civak

Tirk tehemûla nêrxên Kurdistanî nakin

Ji bo navê Kurdistanê Tirkiye rabû ser pîya. Vekirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Tirkiye tevlîhev kir. Eve çend rojin di medya Tirkî de taybetî kemalist, nijadperest û çepên Tirk şerê navê Kurdistanê dikin.

Li ser weşanên medya û giliyê parlementerên CHPê û MHPê niha jî di derbarê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê de lêpîrsîn hatiye vekirin.

Berpirsên polisên Diyarbekirê ji berpirsên Komeleyê dixwazin tabeleya Komelê rakin.

Di vê derbarê de serokê Komeleya Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî dibê je:

“ Mudîrîyeta ewlêkarîyê (polisên tirk) ya Diyarbekir ji mere dibêjên lewheya komaleya xwe rakin yan na emê lêpirsînê derheqê wede vekin.
Me ji wan pirsî : gelo çi sebebê vê daxwazaweyî, ka ji mere bêjin.

Camêra(!) dibêjin: Ew roj a (tav) ku we danîye ser amblema xwe 21 tîrêjê wê hene, tav a (roj) we dişibe ala herema Kurdistanê…

Werin lê wê ecêbê binerin, başe ku me 50 stêrk nedanîyê wê bi gotana dişibe ala Emerîkayê.

Hevalên me ji wan re gotin: welleh piştî wî emrî em nikarin derawa bikin. Tav a me û tav a herema Kurdistanê yeke, û tîrêjên wê bîst û yekin, em yek tirêjên xwe bi we û bavê we nadin. îja eger hun naxwazin serê we bi êşe herin zagonên xwe biguherin û dev ji van tiştên eletewş berdin… “

Back to top button