Nivîsar

Tirk mala xwe diguherînin, Kurd şûrê xwe dikşînin

 İkram OguzDi meclîsa Tirkîyê da sîstema desthilatîyê tê guherandin.Ji çar partîyên ku di meclîsê da cîh digrin, ji wan yek jî HDP e.HDP xwe wek parîtiyeke Kurd bi nav neke jî, xêncî çend Tirkên çep, hemû endam û rêvebir û newengerên (milletvekili) wî Kurd in.Her du hevserok û 8 newenger girtî ne. Yên mayîn, ciqwas di meclîsa da bîn û di nav gengeşîya li ser guhartinan da cîh bigrin jî, tu kes dengê wan nabihîse.Her sê partîyên din, ji newengerên HDP’ê dûr disekinin û şirîgtayîya bi wan ra ji bo xwe wek gune dibînin.Çapemenîya Tirk jî gor daxwaza desthilatdarên dewletê ne wan dibînin ne jî gotinên wan dibihîsin.Ji ber ku di makeqanûn, qanûna esasî ya Tirkiyê’da Kurd cîh nagrin.Derîyê wê her dem ji Kurdan ra girtîbû, îro jî girtî ye.Sedem vê yekê, bi xebatên di derbarê guhartina wê jî derî ji Kurdan ra venabe.Ji salên 1990’î vir de, hemû desthilatîyên Tirkîyê, çêkirina makeqanûneke nû wek armamceke sereke didan ber xwe.Piştî her hilbijartinê jî, ji bo makeqanûneke nû di meclîsê da komîsyon ava dibû, xebat dest pê dikir, dû ra xebat disekinî, di nav endamên komîsyonê da şer derdiket û şerê wan di nav partîyan da didomîya.Ber bi dawîya dewra meclîsê jî komîsyon belav dibû û kar û xebatê ji bo makeqanûneke nû jî bê encam diqedîya.Berî hilbijartina cara dawîyê jî di nav armancên her partîyekî da makeqanûneke nû cîh digirt.Piştî hilbijartinê careke din komîsyon ava bû. Ji bo makeqanûneke nû dest bi kar kir, lê belê xebata xwe ji bo sîstema serokatîyê bi guhartina 18 madeyan va sînodar kir û qedand.Hefteyeke meclîsa Tirk li ser wan madeyan gengeşî dike û hefta ku were biryara xwe dide.Biryara meclîsê wek tûr a yekemîn biqede, ev guhartin di nav du mehan da diçe raya gel.Ev guhartin çiqwas zêde min eleqeder neke jî, wek bûyerekî rojane lê dinêrim.Ji ber ku ew makeqanûna ku tê da cîhê Kurdan nebe, desthilatîya Erdoxan an jî ya yekî din, bi kîjan navî dibe bila bibe ji bo Kurdan ferq nake.Komar, komara Tirk e, serok jî serokkomar jî serok û serokkomarê Tirkan e.Ne dewlet dewleta Kurdan e, ne jî meclîs meclîsa wan e.Ha serokatî, ha serokkomartî, ji bo Kurdan her du jî yek in.Mixabin hê encam neqedîya ye, hin Kurd ji nuha da şûrê xwe kişandine û derketine meydanê.Yek dibêjê, „na“, yekî din dibê jê „erê“.Nê yên ji nuha da „na“ dibêjin, dizanin ji bo çi „na“ dibêjîn, ne jî yên ji nuha da „erê“ dibêjin, ji bo çi dibêjîn „erê“ dizanin.Wek hercarê, kîngê Tirk bixwazin mala xwe biguherînin, berî şerê wan, Kurd şûrê xwe dikşînin…Hê biryara hilbajartinê nehatîye dayîn, Kurd ji nuha da rengê raya xwe îlan dikin.Tirk kar û zirara dewleta xwe hesap dikin, gor wê difikirin û diaxifin.Carcaran wek kûçikên bêxwedî bibezin hev û hevdu gez bikin jî, ji bo pêşeroja dewleta xwe dikevin milê hev û hevdû dadilêsin.Kurdên bêdewlet û bêxwedî jî, li ser serokatî û serokkomartîya Erdoxan serê xwe diêşînin, bi hev dikevin, şerê hev dikin.Dema ku Kurd dest bi şerê navxwe dikin, wê gavê jî Tirk li ser pişta wan rûnê xwe diqijilînin.Tirk li xwarina xwe, Kurd jî li şewata pişta xwe dinêrin!18.01.2017Navkurd[email protected] 

Back to top button