Polîtîk

Tirk bi 10.000 leşker ve ketin xaka Kurdistana Başûr

Di encam de leşkerên Tirkiye bi erdêve jî ketin xaka herêma Kurdistana Başûr. Îro serfermandarê Tirkiye bi daxuyaniyekî ragihand ku ew bi erdêve jî bi nêzikî 10 hezar leşker ve ketin xaka Kurditana Başûr. Eve demek bû ev pirs wek metirsiyekî mezin dihat dîtin , lê destên tarî gihan armanca xwe û berê leşkerên Tirk kette Başûrê Kurdistanê.

Di vê derbarê de agahdariyên berfireh tunenne. Lê serokwezîrê Tirkiye li gel hinek berpirsên medya tirkî civînek kir û bersiva hinek pirsa da. Erdogan bi kortahî di vê derbarê de got.

–    Ji bo encamekî bistînin med est hereketa erdî kiriye. Hêzên me yên çekdar operasyonê hem asmanî hem jî erdî rêve dibin.

–    Em serokê dewleta û hukumetan re hevdîtina dikin. Hevdîtinên me berdewam dikin. Me li gel Mesud Barzanî jî axavtiye.Ezê îro li gel Nêçîrvan jî hevdîtinekî bikim.Piştî vê hevdîtinê , wê birêz Barzanî jî demek herî nêzik werê Tirkiye. Ev pêvajoya destpêkirî ne tenê li dijê Tirkiyeye. Ev guleyên tên avêtin armanca wan biratiya tirka û kurdan e.

–    Min li gel Obama jî xeber daye,Mekanîzma sê kolî heye.Hinek tişt bi vê mekanîzmê tên rêvebirin. Tirkiye jî rolê xwe dileyze.

Back to top button