Polîtîk

Tillerson: Amerîka piştgiriya mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dike

Rex Tillerson wezîrê derve yê Amerîkayê, roja înê 03.11.2017ê, telefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û di wê peywendiya telefonî de, Tillerson li hember aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê dilgiraniya xwe nîşan da û ji serokwezîrê Kurdistanê re got ku Amerîka piştgiriya mafên destûriyên Herêma Kurdistanê li Îraqê dike.Wezîrê derve yê Amerîkayê hêvî xwest ku ew agirbest û diyaloga meydanî di navbera Herêma Kurdistan û hikmeta Îraqa federal de heye bibe diyaloga siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiya telefonî de ji wezîrê derve yê Amerîkayê re got ku, ew li hember tevger û pêşdehatina arteşa Îraqê nerehetin û ji bona çarserkirina tev pirsgrêkan bi destpêkirina diyaloga siyasî berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da.Serokwezîr hêvî xwest ku Amerîka bi tyabetî û civaka navdewletî bi giştî fişarê li ser Îraqê bikin daku xwe ji tevgerên leşkerî dûr bixe û diyalogê dest pê bike.Barzanî tekîd kir ku, Herêma Kurdistanê şer û pevçûnan naxwaze, ji ber ku şer û pevçûn nikarin tu pirsan çareser bikin, lê divê hemû pirsgirêk di çarçoveya destûra Îraqê de digel hikûmeta Îraqa federal bên çareser kirin.

Back to top button