CîhanPolîtîk

Gelo Erdogan dizanê ku çi dibêje?

Serokomarê Tirkiyê dibêje, Eger hikûmeta navendiya Iraqê, kampên PKK li Qendîl û Şengalê têk nede, ew dê bi hemû hêzên xwe êrişî wan deran bikin. Receb Tayîb Erdogan li bajarê Manîsayê di merasîma çêkirina bingeha avahiyan de got, divê tu welatekî leşkerên xwe digel YPG nehêle.Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan weha got: “… Terorîst li ku derê bin, emê li wê derê êrişî wan bikin. Niha gelek deverên Iraq û Sûriyê, bûne hêlinên terorê. Emê di nav sînorên xwe de pêşwaziya terorê nekin.  Emê  çavkaniya wan bêbandor bikin û ji tu kesî jî destûr nagrin. Eger dewleta desthilat ya ser Qendîl û Şengalê kêşeyên wan deran çareser neke, emê wan deran hilweşînin. Li Sûriyê, ji Cizîrê heta Îskenderûnê, li ku derê rêxistineke terorê hebe, emê ji asîman û li ser erdê her  operasyonan bikin.Kî digel wan be, ew jî terorîst e. Heta niha di bin navê hevpeymanî de xwestin me bixapînin. Gotina me ya dawî bo wan ev e: Em bi biryar in ku hemû hebûnên terorê yên derveyî sînorên xwe tine bikin. .”Tikiye ji bo têkbirina kurda hevalbendiya Iraq û Îranê dike . Lê di demek kurt de ji vê siyaseta xwe vedigerê û wan wek terorist ilan dike. Siyaseta du rû dê heta kengê encamdar be? Tikiye pirsa Kerkûkê de pişgiriyek mezin da Heşda Şeibî, lê li Şingalê wan naxwaze. Gelo ev çi siyaseta çavgirtî li dijê kurdaye?Lê siyaset li Rojhilata Navin de bi demjimêra tê guhertin . Hêdî kurd jî bûna hustayê siyasetê. Rojên li pêşiya me dê gelek tişt zelaltir bibin. Îstikrar û îrada kurda serdikeve. 

Back to top button