Polîtîk

The Way Of The Kurds

Endamê encûmena pêwendîyên derveyên Amerîka Maks Bût, gotarek bi navê The Way Of The Kurds (Rêya Kurdan) belav kir û tê de da xuyakirin, ku herêma Kurdistanê aramtirîn û hêmintirîn devera rojhilata navîn e. Maks Bût li WeeklyStandard nivîsand û da nîşandan, ku dema mirov serdana Baxdadê dike mirov bê hêvî dibe, belê dema mirov serdana herêma Kurdistanê dike mirov bi hêvî dibe.

Maks Bût di vê gotara xwe de dibêje, ku leşkerên Amerîka li herêma Kurdistanê bi kêyfa xwe, bê dijegulle û amrazên dinên dijwarên paraztinê, digerin û ev ewledarîya han jî, berhemê kar û xebata dezgehên asayişa herêma Kurdistanê û Pêşmerge ye. Maks Bût got, ku dostanîya navbera Kurd û Amerîka jî hiştiye, ku rewş aram be û di vê derbarê de bandorek pozitîv li qadê heye.

Ev gotara han di demek gelek girêng hate belavkirin. Ev gotar bi rastiya Kurdistanê re jî digunce. Ji ber ku di van çend rojên dawî de gelek nûçe û belavokên navxweyî di derbarê rewşa asayişa Kurdistanê û taybetî bajarê Hewlêr de bi awayek na weyî têne belav kirin. Hinek destên  ne xwerxwaz belav dikin ku rewşa asayîşa paytexte Kurdistanê ne başe û aramî tuneye.
Herkesek li Hewlêr  dijî yan jî serdana Hewlêr dike rastiya  asayîşê û aramiyê bi çavên xwe dibûnin. Lê dixwazin di şavên dostên kurdan de rewşê xirab bidin nîşandan..

Back to top button