Dosya

The Washington Post: Bi hevkariya Tirkiye, Kurd xewna serxwebûnê pêktîne

Rojnameya Washington Post nivîsiye Herêma Kurdistanê bi hevkariya Tirkiye berev pêkanîna xewna serxwebûnê ve diçê û niha her dû alî peymaneke aborî û uze(enerjî) li navbera wan de heye ku eve jî li rûyê aboriyê ve çavkaniya serxwebûna Kurdistanê ye.

Li raporekî rojnameya Amerîkî ku doh şemî hatiye belavkirin de dibêje: Herêma Kurdistanê li gelek waran de wekî dewletekî xwedî serwerî û serbixwe tevdigere. Desthilatdariya Kurd hemû pêwîstî û xizmetguzariyên giştî ji bo xelkê xwe peydakirin, artêşa xwe ya taybetî heye û sînorê Herêmê li destê wan de ne û pasewaniyekî baş ê sînorê Herêma Kurdistanê li gel beşên dinê Iraqê heye ku Erebin dikin. Zêdetirê avahiyên Hikumiyên li Hewlêrê ala Kurdistanê li ser hatiye kişandin neku yê Iraqê. Nifşa nû ya Kurdistanê fêrî zimanê Erebî nebûne û tenê bi Kurdî dipeyvin.

Her wiha rojname dide zanîn ku hê jî Herêma Kurdistanê ji ber beşa budçeyê ve ku ji xezînaya Iraqê ve bi Bexda ve girêdayiye, lê belê eve renge bi lez bê guhertin. Her wiha ew dijminayetiya ku çendîn sale li navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hebû, niha her dû alî peymanên aborî û uzeyê îmzadikin bi sedema wê peywendiyê jî Herêma Kurdistanê li ruyê aboriyê ve serbixwe dibe.

Washington Post wiha bawere yekem hengava serekiya vê planê jî ku serbixweya Herêma Kurdistane li warê uzeyê de, bi rakêşana raste rasta hêla boriya neftê ya Tirkiye ku dawiya îsal tê vekirin. Her wiha rojname dibêje: “Serbixweyî armanc û hêviya dilê hemû Kurdeke, lê belê divê bi stratejiyane bê”.

Back to top button