Polîtîk

Davutoglu bi serdanekî gihîşte Bexda

Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye bi serdanekî gihîşte Bexda ya paytexta Tirkiye û ji aliyê hejmarek berpirsên mezinê Hikûmeta Iraqê ve hate pêşwazî kirin. 

Berî serdanê li civîneke rojnamevanî de Davudoglu ragihand ku sedema wê sariya li peywendiya di navbera Tirkiye û Iraqê da heye kêşeyên navxweyiyên li nav Iraqê bûne û got Tirkiye hewl nade dest li karubarê navxweya Iraqê bide û li her pêşhateke welatekî bandorê li ser welatên dewruber dibê û eve jî karekî asayiye.

Di derbarê peymanên li warê uze û enerjiyê ya li gel Herêma Kurdistanê de got: Ev peyman tu mafekî yasayî û destûrî ya Hikûmeta Navendî ya Iraqê red nake. Ev babet jî mijareke guftûgoyên Wezîrê Derveyê Tirkiye û berpirsên Iraqê dibe. 

Back to top button