Civak

Tevgerên bazirganiyên Kurdistanê normal bûye

Li gel bi cîh anîna rêkarên xweparêziyê li derbasgehên tixûbiyên Kurdistanê, tevgerên bazirganiyê zêde kirîne û Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekarên Kurdistanê jî balkişand li ser wê yekê ku qebarêyên bazirganiyê gelek zêde kiriye û bandora Koronayê li ser kerta bazirganiyê ber bi nemanê ve diçin.

Mistefa Abdulrehman Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekarên Kurdistanê ragihand: ”Di dema qedexeya hatin û çûnê da jî tevgerên bazirganiyê nehatibûn ragirtin. Niha ‌jî ku virusa Koronayê li Kurdistanê û ber bi lawaziyê ve diçe û bandora wê ya li ser normalbûn û asayîbûna kerta bazirganiyê jî heye. Çend rojeke rewşa bazirganiyê hem li gel welatê Îranê û tirkiyê hem jî di gel welatên cîhanê ber bi asayîbûnê ve diçe.

Serokê Yekîtiya Hawirde û Henardekaran got: ”Zêdetirê kelupelên parêzgehên Iraqê niha bi rêya derbasgehên Îbrahîm Xelîl û derbasgehên din yên Herêma Kurdistanê ve diçe. Wate Herêma Kurdistanê ji bo tevgerên bazirganiyê bûye dergehek ji bo hemû Iraqê.

Mistefa Abdulrehman berdewamiyê de got: ”Tê pêşbînî kirin li çend rojên din qebareya bazirganiyê gelek zêde bike, li gor amarên ber destê me tenê li gel Îranê li sê heyvên îsal de Herêma Kurdistanê du milyar dolar tevgerên bazirganiyê hebûye, di gel welatê tirkiye jî bi heman awayî qebareya bazirganiyê gelek zêde kiriye.

Back to top button