Polîtîk

Tevgera Goran û rexnegirtin

Piştî mirina koordînatorê Tevgera Gornê, Newşêrwan Mistefa, her du kurên wî, Çiya û Nima, dest bi ser hemû mîratê bavê xwe û mîratê Tevgera Goranê de girt û niha di warê piraktîkêde, ew her du kurên Newşêrwan, di nav Goranê de,  her çiqas tu postên fermî nîn in jî,  baladestirîn kes in. Girdî Zergete ku baregayê sereke yê Tevgera Goranê lê ye û kanala KNN organa fermiya Goranê û kompaniya Wuişe  li ser navê Çiya û Nima hatine tapo kirin.Kurên Newşêrwan dest pê kiriye her kesê/a siyaseta Goran rexene bike tê ceza kirin û dûrxistin. Berî çend roja li ser Girdî Zergete di nava baregayê sereke yê  Goranê de berpirsekî Goranê bi nvaê Serkewtî Kobe êrîş kir ser rojnamevan û kadiroyê Goranê, Sebah Elî Qareman ji ber ku çend careke siyaseta  Tevgera Goranê rexne kiribû. Vê bûyerê nerazîbûneke berfireh di nav rêxstinên Goranê de çê kir.Li gor hin agahiyên dest bi malpera Wuişe ketine, niha li tevaya nawend û organên Goranê ew kadiro û endamên tevgera Goranê rexne dikin tên şopandin  û ew tên agadar kirin ku eger li  ser rexnegirtinê berdewam bin dê jinav rêzên Goranê bên derxistin. Hind çavdêrên siyasî li ser wê baweriyê ne eger ev rewş berdewam be tevgera Goran dikare parçe bibe.

Back to top button