NY piştgiriya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê roja pêncşem 2018-03-29 pêşwazî Jan Kubish nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civênekê de bi berhev bûna Qubad Talebanê Cîgirê Serokwezîr, Kubish kêfxweşiya xwe li hember ew gavên erênî yên heta niha Hewlêr û Bexdayê avêtine nîşan da û hêviya diyalogeka cidîtir ji bo çaareserkirina tev pirsgirêkan xwest, ji bona vê yekê jî berhevbûna NY ji bo alîkariyê nîşan da.
Kubish kurtiyek derbarê dawîn hewlên xwe yên ji bo afirandina seqayeka jêhatî ji bo helbijartinên Îraqê û civîna duhî ya aliyên siyasî ji bo imzakirina mîsaqa şerefê ji bo hilbijartineka serketî û herwiha dawîn pêşhatên rewşa deverê xiste ber çav.
Serokwezîr Barzanî sipasiya hewlên Kubish ji bo pêşxistina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û piştîvaniya diyaloga navbera her du aliyan kir ku bi vê awayê hin pirsgirêk hatin çareser kirin. Herwiha hêvî xwest ji bo çareserkirina pirsgirêkên din jî diyaloga cidî bihê kirin.
Serokwezîr, civîna roja borî ya aliyên siyasî yên Îraqê bi piştîvaniyek ji bo pirosêsa siyasî û hilbijartinên Îraqê daye zanîn.
Barzanî herwiha pêdagirî li ser sazkirina hilbijartinên Kurdistanê li dema xwe kir.
Barzanî derbarê koçberan jî amaje bi vê yekê da ku hijmarek ji wan ji bo deverên xwe vegeryane, lê ji ber nebûna xizmetkaryê, careka din ji bo nava kempan vegeryane û bi pêwîst zanî hikûmeta Îraqê bi alîkariya civaka navdewletî çareseriyekê ji bo vê pirs bibîne.