Tevgera Gora bersiva berdevkê PDKê da û ragihand, Barzanî nikare cardin bibe namzedê serokatiya Herêma Kurdistanê.
Berdevkê PDKê Ceifer Êminkî, ji hejmara nû ya rojnameya Rûdawê re ku îro (15.04.2013) hat belavkirin, diyar kir ku serokê tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gotiye: “Di vê qonaxê de mana we di posta serokatiyê de girîng e.”
Piştî vê daxuyaniyê, tevgera Goran bersiva Êminkî da û ragihand, berdevkê PDKê tenê dikare li ser navê partiya xwe daxuyanî bide.
Di daxuyaniya tevgera Goran wiha hat gotin: “Birêz berdevkê PDKê Ceifer Êminkî tenê dikare bi navê partiya xwe daxuyanî bide, ji ber ku tevgera Goran bi rêka berdevkê xwe û navenda çapemeniya xwe daxuyanî û nêrînên xwe dide. Jibilî wan tu kes û aliyek nikare bi navê tevgera Goran daxuyanî bide.”
Di beşek din a daxuyaniya Goranê de wiha hat diyarkirin: “Li gorî qanûna Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nikare cara sêyemîn bibe namzedê serokatiyê.”
SASAN MİHEMED