Tevgera Ciwanên Kurdistanê xwe cardin çalak dike

Tevgera Ciwanên Kurdistanê cardin xwe çalak dike û di rojeva siyasî a Kurdistanê de cihê xwe yê girîng digire. Wek tê zanîn Tevgera Ciwanên Kurdistanê di sala 2012ê de li bakurê Kurdistanê, yekemîn rêxistin bû ku bi navê Kurdistanê li xwe kir û serî li dezgehên dewletê da. Piştî gelek dadgeh û cezakirina hinek endamên Tevgerê navê Kurdistanê hate qebûl kirin û herweha bi vî navî xebata xwe berdewam kirin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê piştî çendên sala Ala Kurdistanê li Diyarbekir û bilind kirin. Tevgerê di hemû çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê hildan. Piraniya Kurdên Tirkiye ji bo propagandeya dewletê û dezenfarmasyona PKKê Ala Kurdistanê wek Ala Barzanî
yan jî Ala Bakurê Iraqê
dihat navkirin. Lê Tevgerê ev îmaja xirab û xelet şkênand û wek Ala Kurdistanê , wek sembolek netewî bilind kir û da nasandin.
Tevgerê Adara 2011ê li Qusêra Mêrdînê bi minasebeta bîraniya Barzaniyê nemir civinek di mercên gelek nexweş de li darxistin û Ala Kurdistanê bilindkirin û rêbaza Tevgerê li ser xetek netewî û Kurdistanî ragihandin.
Ev demek bû Tevger pê deng bû. Niha cardin bi daxûyaniyekî çalakbûna xwe ji Raya Giştî re radigihînin.
Daxûyaniya Tevgerê:
Me di sala 2010an de wek grûbeke ciwanan bi navê Ciwanên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir. Piştî demekê hejmara me zêde bû û hewcedarî bi xebateke rêk û pêktir çê bû. Di encama civîna giştî ya di sala 2012an de me rêvebiriya xwe dîyar kir û bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (bi kurtasî TEVGER) xebatên xwe domand.
Em rêxistineke legal in. Me di bernameya xwe de jî û di daxuyaniyên xwe de jî dîyar kir ku ‘legal’ û ‘qanûnî’ du têgehên ji hev cuda ne. Em ne li gor zagonan lê di qada legal de têdikoşin. Me komeleya xwe ya ewilî ya bi navê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê di vî warî de di tîrmeha 2013an de li Dîyarbekirê vekir. Girîngiya vê komeleyê ew bû ku di dîroka komara Tirkî de saziya yekemîn bû ku bi navê Kurdistanê bi awayeke fermî hate damezrandin. Piştî Dîyarbekirê me li Qezê li Sêrtê li Cizîrê û li Slopî 4 komeleyên din vekir. Ji ber ku di navê komeleyên me de ‘Kurdistan’ heye em ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin tehtîdkirin ku hemû damezrêneran bi cezaya heta bi hetayî bidarizînin. Lê me serê xwe netewand û me ber xwe da. Piştî du salan navê Kurdistanê bi awayeke fermî hat qebûlkirin. Ev gav bû mînak û piştî me gelek partî û komele bi navê Kurdistanê bi awayeke fermî hatin damezrandin.
Ji xeynî navê Kurdistanê di bilindkirina Ala Rengîn li bakûrê Kurdistanê de jî me helwestek bêtawîz nîşan da. Me biryar da ku beyî Ala Rengîn em tu çalakiyan nakin. Gelek caran di çalakiyan de me ji bo Alê şerê entegrasyonparêzan jî kir lê Al tu car ji destên me neketin. Di destpêkê de em tenê bûn lê piştî demekê partî û rexistinên din jî di çalakiyên xwe de Ala Rengîn bi kar anîn.
Em gihaştibûn armanca xwe. Me di qada legal de rêyek nû ji bo têkoşîna netewî vekiribû û asta têkoşînê li bakûrê Kurdistanê bilind kiribû.
Ji xeynî du mînakên li jor heta sala 2018an me gelek xebatên xwe kirin û têkiliyê bi ciwanên perçeyên din ên Kurdistanê re xurt kir. Lê li bakûrê Kurdistanê şerê xendekan dest pê kir û rêya têkoşîna legal xitimî. Divê yan em bibûna îllegal, an metodek nû peyda bikirana yan jî me xebatên xwe ji bo wê demê bi dawî bikirana. Îllegalbûn di wan şertan de nebû tercîha me û em ne amadebûn ji bo wê jî. Me metodek nû jî peyda nekir. Loma me biryara pasîfbûnê da.
Îro li bakûrê Kurdistanê rewş ji 5 sal berê xeraptir e. Êdî rêxistin û şexs û aliyên qaşo Kurd di bin navê netewîbûnê entegrasyonê difroşin miletê me. Xwe bi Kurd û Kurdistanîbûnê bi nav dikin lê dibin dûvikên entegrasyonparêzan. Xeta netewî û entegrasyonê tevlîhev bûye û wek hev xuya dikin.
Me jî di van şert û mercan de bi armanca zelalkirina xeta netewî û entegrasyonê ji hev û zelalkirina mêjiyan biryar da ku careke din çalak bibin. Emê hewl bidin ku xeta netewî ji nezelaliyê paqij bikin û di mêjî û dilan de xurttir bikin. Bi vê armancê û bi vê minasebetê em bangî hemû ciwanên Kurd û Kurdistanî dikin ku em di vê rêye de mil bi mil bimeşin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê
12.12.2023