Polîtîk

Hawramanî: Sebra Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî dibe

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşawa Havramanî ragihand ku hikûmeta niyeta Bexdayê nine ku mûçeyên dawî yên îsal ên karmendên Herêma Kurdistana bişîne û div ê derbarê de ne xwediyê niyetek ciddî ye.   

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku heta niha mijara guhertina bûdçeyê neçûye Parlamentoya Iraqê, lê eger pirsgirêk berdewam bin, wê hikûmeta Herêma Kurdistanê tedbîrên din bigire.  

Hawramanî diyar kir ku diviyabû îro şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike lê hat betalkirin û got: “Serdana şanda Herêma Kurdistanê heta piştî cejna Newrozê hat rawestandin, lê piştî cejnê wê bi awayekî din biçin Bexdayê. Wisa xuya dike ku bendewariya gel û hikûmeta herêmê bi dawî bûye û ew rê nadin ku ew berdewam be”.

 Hawramanî got ku, reftarên niha yên Bexdayê li hember Herêmê ne lihevkirinek e, bi tu mezheb û siyasetek olî re nagunce û sebra Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de bi dawî dibe, ji ber ku Bexda di çareserkirina vê pirsê de sar xuya dike.

Back to top button