CivakPolîtîk

Tevger: Roboskî bê dewletbûn e

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi minasebeta bîranîna  qaresata Roboskî avahiya xwe ve reş girêda. Herweha Tevgerê bi vê minasebetê li ser diwara komkujiya Roboskî şermezar kir û ev yek bê dewletbûna Kurdan ve girê da. Daxûyaniya Tevgerê:  Ji Raya Giştî û Çapemeniyê reDi dîroka me Kurdan de gelek komkujî hene. Sedema van komkujiyan teva yek e. Ew jî bêdewletbûna me ye.Em îro komkujiya Roboskî bi bîr tînin. Lê divê em ji bîr nekin ku Roboskî Helepçe ye, Roboskî Agirî ye, Roboskî Dêrsim e, Roboskî Geliyê Zîlan e, Roboskî Barzan e, Roboskî Sînemaya Amûdê ye, Roboskî Mahabad e, Roboskî Şingal û Kobanî ye. Çawa ku sedema hemû komkujiyên ku li me dibin yek be, pêşî lê girtina wan jî bi awayekê tenê dibe û ev jî dewletbûn e.12459575_1551283758526376_3966388_nEm dizanin ku heta em nebin xwedî dewlet, wê tu carî komkujî ji ser serên me kêm nebin. Loma banga me ji hemû Kurdan û bi taybetî jî ji ciwanên Kurdistanê re ye; ji bo ku wek netewek em careke din bi komkujiyan re rû bi rû nemînin, ji bo dewletbûnê bixebitin. Nehêlin ku tu şexs, partî an rêxistin; we ji armanca dewletbûnê dûr bixe.Di van şert û mercan û bi ser ev qas komkujiyan, kî dibe bila bibe yên ku li hember dewletbûna Kurdan peyvekê jî bike, ew ne dostê Kurda ye û nebaşiya Kurdan dixwaze. Divê, em van mîqroban û, bi wan re jî nexweşiya dewlet nexwestinê, rokê zûtir ji nav xwe bavêjin.roboski_685450290Peyvêkê ku em zêde bibêjin tune ye. Pirsgirêk dîyar e û çareseriya wê jî li ber çavan e. Wek Kurdên serxwebûnxwaz divê em bê tawîz di rê ya dewletbûnê de bimeşin û nehêlin tu tişt di vê rêyê de li pêşiya me bibe asteng.Em îro di serî de cangoriyên Roboskî, hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.Tevgera Ciwanên Kurdistanê28.12.2015

Back to top button