Çekdarên PYDê berpirsekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) li bajarê Dêrikê direvîne û berve cihekî ne diyar ve dibin.Çekdarên PYDê, şeva borî li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê endamê Komîta Herêmê yê PYKSê Sibxet Mihî Ebû Celal li ser riya gundê Teqil Beqil ya li navçeya Koçeran binçav kir û ber bi cihekî ne diyar ve birin.Demek e endam û serkirdeyên partiyên di nava Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji aliyê asayişê ve li Rojavayê Kurdistanê têne girtin û zîndanîkirin. Li Kurdistana Rojava PYD tu mafê jiyanê nade aliyên din yên siyasî. Gelek berpirs û endamên partiyên siyasî di zindanên PYDê de girtîne.