Cîhan

Termên 6 dîlên di destê Hamasê de li Xezayê hat dîtin.!

Li gora medya Amerikî ev heft dîlên di destê Hemasê de heftiya burî hatine kuştin.

Termên dîlên destê Hemasê de, li Xezayê devera Refahê di tunelikî de ji aliyê hêzên ewlehiya Îsrail ve hatin dîtin. Îhtimala ku ji berî hêzên Îsrail bigihin wan bi demek kin hatine kuştin.

Termên dîlên Îsrailî nezikî cihê ku, heftiya burî dîlê bi navê Kaîd Ferhan al-Alkadi, 52 salî hatî azadkirin bû.

Piştî ku Alkadî hat dîtin, hêzên Îsrail li heman deverê dest lêgarina dîlên destê Hemasê de kir. Dibêjin ku, Hemas ji bo ev dîl bi saxî ji aliyê Îsrail ve neyên dîtin hatine kuştin.

Heta ku termên kesên hatîn kuştin negiha nava Îsrail û cesed nehatin teşhîskirin di derbarê nasnama wan de tu daxûyani nehatin dayîn. Piştî cenaze hatin tehlîl kirin , ji nû ve nasnamaye wan hate eşkerekirin.

Nasnama 6 kesên hatin kuştin bi vî awayîye: Carmel Gat, Eden Yerushalmi, Hersh Goldberg-Polin, Ori Danino, Alexander Lobanov û Almog Sarusi.

Piştî daxuyaniya IDF ya sibeha roja Yekşemê, Foruma Malbatên Rehîn û Windayan daxuyaniyek da û got, “Bi xemgîniyeke kûr, em careke din kuştina 6 kesên dîl hatîn girtin radigihînin. Ev 6 kes bi saxî hatin girtin, tirsa esîrkirinê tehemûl kirin û piştre bi awayekî sar hatin qetilkirin. .”

Li gora tê ragihandin hinek ji van kesên ku hatîn kuştin hemwelatiyên Amerikayê û yek jî yê Rusyayê ye.

Back to top button