Civak

Termê Sedam Hisên ji gora wî derxistin

Li gor rojnameyeke amerîkayî, xizim û kesûkarên diktatorê berê yê Îraqê Sedam Hisên, ji tirsa ku, çekdarên DAÎŞ gora wî biteqînin, Sedam ji gora wî derxistiye û birine cîyekî nediyar.

Kesekî nêzîk malbata diktator Sedam Hisên ji rojnameya New York Tames re gotiye ku, çend xizim û kesûkarên nêzîkî malbata Sedam Hisên di heftiya borî de termê Sedam Hisên ji gora wî li gundê Uce li bajarê Tirkîtê, wîlayeta Selahedînê,  derînaye û birine li cîyek nediya veşartine.

Li gor gotinê wî kesê ji rojnameya navborî re waxiftî, ji tirsa ku, DAÎŞ yan milîsên Şîye gora wî biteqînin, wan Sedema ji gora wî derxistiye û li deverek nediya veşartiye.

Back to top button