Polîtîk
Agaderiyek ji Komîteya Piştgiriya Referandûmê
Hevalên hêja
Ji bo piştgirîya referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê belavokek hatibû pêşkêşkirin û gelek şexsiyet, berpirsên rêxistin û grupên sîyasî îmzeya xwe danîne binê vê belavokê. Ev îmzeyên ku hatine berhevkirin, wê bi daxuyanîyek çapemenî ya girseyî roja 07.08.2014yê ji raya giştî re bête aşkerekirin û ragehandin. Em pêşîyê yên îmzeker û pêre jî hemû Kurdistanîyan dawet dikin ku tevlî daxuyanîya me ya çapemenî bibin.
Cih: Li ber AZC Plaza/Ofîs-Amed
Seet: 17:30
Dîrok: 07.08.2014