Polîtîk

Hisên Yelmaz: Demîrtaş ne kandîdê kurdan e

Cîgirê serokê giştiyê HUDA PAR di daxuyaniyekê de dibêje ku, ew piştevaniya kandîdê serkomariya Tirkiyeyê Selahedîn Demîrtaş nakin û li gor wî, Demîrtaş ne kandîdê kurdan e, lê ew kandînê Partiya Demkratîka Gelan (HDP) e: ”Selahedîn Demîrtaş kandîdê HDP ye, HDP jî partiyek tirkî, ne kurdî, ye. bBi vî awayî demîrtaş kandîdê wê partiyê ye ne kandîdnê kurdan e û tu cudahiya wî digel kandîdên din nîne.”

Hisên Yelmaz cîgirê serokê HUD PAR di daxuyaniya xwe de got: ”Em piştevaniya kandîdê serokomariya Tirkiyeyê, Selahedîn Demîrtaş, nakin û Demîrtaş kadîdê kurdan nîne, lê ew bi tenê kandîdê xwe, Partiya Demokratîka Gelan e.”

Li gor Livînpress, Yelmaz di preskonferensekê de li avahiya partiya xwe gotiye ku, hilbijartina serokomar ji aliyê xelkî ve pêşhateke erênî ye û, li gor Yelmaz, jiber sînordarkirina qanûnî wan nikarî ji bo posta serokomariyê kandîd hebe û jiber hindê wan tu kandîd dernexistin.

Yelamz di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku, divê serkomarê tê hilbijartin adil be û mafên mirovî biparêze û divê hesta îslamî li ber çavan bigire.

Back to top button