Polîtîk

Terefdarî zererê dighîne aramiya Kurdistanê

 

Çavdêrên rojavayî rola navçîtîkirinê ya kurdan di wê kirîza ku niha di navbera Şîye û Sunniyan de li Iraqê derketiye, ji bona parastina aramiya Kurdistanê, giring dibînin. Lê di heman demê de di wê baweriyê de ne ku, nîşandana alîgiriyê bo her alîyekî, dibe ku zererê bide aramiya Kurdistanê.

Piştî biryara hikûmeta Iraqê derbarê girtina cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, bi tometa ku hevkariya çalakiyên terorîstî kiriye, piraniya lîderên Sunnî yên Iraqê wiha li wê tometê nerîn ku pîlaneke hikûmeta Malikî ye ji bona lawazkirina rikberên xwe yên siyasî piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê. 

Li gor raporan berpirsên bilind ên amerîkî daxwaz ji herdu lîderên kurd, serokkomar Talebanî û serokê Kurdistanê Barzanî kirine ku hewldana komkirina aliyên siyasî bidin û ji nêzîk ve gotûbêjan bikin, da ku çareseriyekê ji vê kirîza nû re bibînin.

Bi baweriya lêkolerê siyasî li peymangeha Washington bo siyasetên Rojhilata Navîn Michel Night, divê kurd rola navçîkar bilîzin û piştgiriya alîyekî taybet nekin:

Divê kurd rola xwe ya vêga bidomînin ku rola navçîtîkirinê ye, tenê ev sûdê dide kurdan, çunku kurd hertim weke faktorên aramiya Iraqê hatine dîtin.

Berî çend rojan, gotegot belav bûn ku çend aliyên îraqî berpirsên îranî dîtine, bi mebesta dîtina çareseriyekê bo kirîza niha ya Iraqê. Li gor raporeke ajansa nûçeyan a Frensayê AFPê, jêderekî nêzîk ji Malikî ku nexwestiye navê wî bê kifşkirin, ragihandiye ku, aliyên îraqî pêwendî ligel Îranê kirine da ku rola navçîkar bilîze. Lê hewldanên navçîtîkirinê ji ber îsrara serokwezîr Nûrî Malikî ku ne amade ye here tu civîneke aliyên siyasî heke li derveyî Bexdayê be, rastî astengan tên.

Mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Duke ya amerîkî Dr. Peter Fiver di wê baweriyê de ye ku piştgirîkirina kurdan li alîyekî kêşeyê, dibe ku bandoreke xirab li ser ewlehiya Kurdistanê bike:

Bi baweriya min piştgirîkirina her alîyekî ji aliyê kurdan, dibe ku zererê bide kurdan, ji ber ku piştgirîkirina Şîeyan, dibe ku grubên tundrew yên nêzîkî erebên Sunnî aciz bike û kar bikin bona têkdana rewşa Kurdistanê. Wekî din jî piştgirîkirina Sunniyan, dibe ku Şîeyan û Îranê aciz bike ku, bandoreke xirab li ser Kurdistanê dike. (Rûdaw)

 

Back to top button