Polîtîk

Çi ji hev re gotin

Di beşek ji mediyay tirkî de nûçeyek hat weşandinê ku di dîdara navbera Îsmayîl Heniye serokwezîrê hikûmeta Filestînê li Xaza û Selahedîn Demîrtaş hevserokê BDPê de, Demîrtaş ji Heniye re gotiye: “Hêvîdarin wê rojê bibînîn ku Filestîn rizgar bûye.” Li henber van gotinên Demîrtaş, Îsmayîl Heniye jî gotiye: “Em jî hêvîdarîn ku bibîniîn Amed jî rizgar bûye.”

Piştî bilavbşna vî nûçeyê di mediyayê de Îmayîl Heniye serokwezîrê hikûmeta Filestînê daxuyaniyek weşend û di daxuyaniya xwe de dibêje ku wî di dîdara xwe ya digel Demîrtaş bi tu awayî behsa rizgarbûna Amedê nekiriye û dibêje:

Min di dîdara xwe ya digel Demîrtaş gotineke wusa nekiriye û bi tu awayî gotineke wusa ji devê min nederketiye. Di dîdarê de, me bi tenê behsa dorpêça abûrî li ser Xaza û Filestînê, diyaloga navbera aliyên filestînî û pêşeroja Qudsê kiriye. 

Îsmayîl Heniye dibêje ku wî bi tu awayî behsa karûbarên navxweyên Tirkiyeyê nekiriye û wî behsa rizgarbûna Amedê jî nekiriye.

Back to top button