Li Şamê teqîn: 25 kuştî û 50 birîndarin

Îro li Şam a paytextê Suriyê teqînek bi hêz pêkhat û di encama vê tewînê de 25 kesî jiyana xwe ji dest da û nêzikî 50 kesî jî birîndarin.

Li gora  ragihandina medya cîhanî îro piştî mêja nîvro li Şamê taxa Mîdanê teqînek pêkhat. Li gora televizyona  Suriye ya fermî ragihandî ev teqînek xwekujî bû. Herweha tê ragihandin ku kesên jiyana xwe ji dest dayîn piranî sivîlin. Wek tê zanîn şanda kombenda erebî li Suriye ne û niha jî li cihê ku bûyer lê bûyî lêpirsînê dikin.

Ji berî niha Leşkerê azadiya Suriye daxuyaniyek dabûn û xwestibûn ku şanda erebî Suriye biterikîne. Ji ber ku ew bi hevalbendiya hukumetê tawanbar dikiran.
Di vê derbarê de agahdariyên zelel tunenin. Li Surî gelek zehmete ku mirov agahdariyên zelal û bê bandora terafekî bibîne û bighîne raya giştî.

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: