Komkujî bi plan û mebesta çavtirsandinê hetiye kirin

Ji aliyê 35 Baroyên (Dezgehê Parêzeran) li herêma Kurdistanê ve, di derbarê komkujiya Robiskiyê de raporek hate amade kirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku komkujî bi zanebûn, plankirî û ji bo çavtirsandina kurda hatiye kirin.

Bi navê 35 baroyan serokê baroya Diyarbekirê M.Emin Aktar rapora ku hatî amade kirin eşkere kir. Rapor bi encama lêpirsînên serok û berpirsên baroyên, Diyarbekir, Mêrdîn, Qers, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Bilîs, Agirî Dersim û Wanê hatiye amade kirin.

Aktar  di axavtina xwe de got:“Daxuyaniyên Serokkomar, Serokwezîr, rayedarên din ên hikûmetê û berdevkên AKP’ê nîşan dide ku ew ê zêde bi ser komkujiyê de neçin.”

Ji bo vê yekê jî Aktar bi navê 35 baroyan  daxwaz kir ku, ji bo lêpirsînek berfireh di derbarê vê bûyerê de, komisyonek ji aliyê parlementoyê ve bê damezirandin .

Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: