Civak

Teqîn: 34 kuştî, 124 birîndar

Cardin paytextê Tirkiye Enqere teqînek bihêz lerizî.Nawenda Enqerê li devera Kizilayê otomobilek bombekirî xwe li basekî da û teqiya.Li gora agahdraiyên waliyê Enqere dayî, di vê teqînê de 34 kesî jiyana xwe ji dest da û 124 kes jî birîndarin.Li Enqere di rewşek awarte de ye. Heta niha kesekî ev teqîn negirtiye li ser milê xwe.Lê ajansa nûçeyan ya Reuter nûçeyek di vê derbarê de belav kiriye û gotiye li gora çavkaniyek di nava berpirsên Tirkiye de, dibêjin PKK ev teqîn kiriye. Lê ev nehatiye piştrastkirin.Di vê derbarê de HDPê daxûyaniyek belavkir û ev êrîş bi awayek tund şermezar kir.Li gora agahdariyên herî dawî hêjmara kuştiyan dikare zêdebibe. Ji ber ku rewşa 19 birîndara gelekî giran e.

Back to top button