Peyama Serokê Kurdistanê ji bo hemû cîhanêCenabê Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya 19. xûla perwerdeya kadroyên Partîyê de bi awayeke eşkere û zelal anî ziman ku tu carî dev ji mafê serxwebûnê/dewletbûnê bernade û hemû xebat û şer jî bo vê armancê ye.Ji dema ku terorîstên DAIŞê derketine holê û Pêşmergeyên qehreman bi şerekî bêhempa terorîstan şikandin, hemû dewletên cihanê berê xwe dan Kurdan û dest bi pesindayîna Kurdan/Pêşmergeyan/Serok Barzanî kirin. Lê di heman demî de kengî pirsa dewletbûna Kurdistanê dihate rojevê, helwestên nezelal nîşan didan û daxuyaniya wan a rojeke bi ya roja din re hev nedigirt. Ji helwesta wan xuya bû ku dixwazin Kur dli ser navê hemû cihanê bi terorîstên hov re şer bikin, ew jî pişta me miz bidin lê em qala serxwebûn/dewletbûna xwe nekin.Cenabê Serok Mesûd Barzanî helwesta xwe li hember vê rewşê nîşan da û peyamek da bo cihanê. Di heman demê de careke din dilê serxwebûnxwazan xweş kir.Cenabê Serok di axaftina xwe de eşkere dike ku ger rijandina xwîna me ne di rêya serxwebûnê de be, xwîna me wê heder biçe û di heman demê de dîyar dike ku vê carê tenê ji bo serxwebûnê xwîn hatiye rijandin.Peyama Cenabê Serok hişyariyeke bo dewletên cihanê û şîmqeke li rûyê dewletnexwazên Kurdistanê.Em ji ber vê helwesta wî Cenabê Serok pîroz dikin. Em dizanin ku ev helwest wê me bike xwedî dewlet.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ11.03.2016

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: