Civak

Teqe li Bûroya Goran ya Hewlêrê hatiye kirin

 

Hewlêr – Piştî nîvroya duhî teqe ji bûroya Hewlêrê ya Lîsteya Goran hatiye kirin, rêveberê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê di vî warî de ragihand ku ji tu kesê qebûl nakin rewşa ewlehiya Hewlêrê têk bide.

Abdulxalq talaat, Abdul xalq talaatRêveberê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê û Endamê Komîteya Ewlehî ya Hilbijartinan Ebdulxaliq Telet di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Ji hêla çend çekdaran ve teqe ji bûroya Hewlêrê ya Lîsteya Goran hatiye kirin, me dest bi lêkolînên kiriye, çekdar hatine naskirin û dadwer fermana girtina wan der kiriye”.

Telet wiha pê de çû, “Piştî gihîştina hêzên polîsan bo cihê bûyerê çekdar rewiyane, niha em li pey wan digererin, ji ber ku ew hatine nas kirin û em navê wan dizanin”.
 Di dema destpêkirina propagandeyên hilbijartinan de, li bajarên Herêma Kurdistanê afîşên lîsteyên beşdar ji hêla alîgirên lîsteya din ve hayîne dirandin, li bajarê Silêmanî çend haletên tund û tûjî di navbera alîgirên lîsteyan de rû da ne, li hember de çendîn car Hikûmeta Herêmê û aliyên pêwendîdar daxwaz ji lîsteyan kirine ku bi aramî propagandeyên hilbijartinan bimeşînin û rewşa ewlahiya herêmê têk nedin.

 

(AKnews)

Back to top button