Polîtîk

Mesrûr Barzanî:Em amadene xwe qurbana Kerkûkê bikin

Hewlêr – Di vê semînerê de, Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ronahî da ser giringîya hilbijartinên parlementoya Iraqê û giringîya beşdarîya xelkên herêma Kurdistanê ya di van hilbijartinan de.
Mesrûr Barzanî di vê gotara xwe de, da nîşandan ku divê nûnerîya kurd li Baxdayê xort be û divê ew kandîdana bihên hilbijartin, ewên ku dilsoz in û bi şiyan in.
Mesrûr Barzanî weha jî da xuyakirin, ku kandîdên PDK-ê, yên ku niha di nava Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî de ne, bi pirs û raya hemû bingehên cemawerî hatine destnîşankirin.
Ji alîyekî din ve Mesrûr Barzanî got, ku herçiqas demokrasî li herêma Kurdistanê li pêş bikeve, ewqas jî doza kurd ber bi pêş ve diçe û şûna kurd bi hêz dibe.
Di berdewambûna  gotara xwe de Mesrûr Barzanî behsa sistema federalizmê kir û weha got: “ Em çend kursîyên bêtir jî li parlementoya Iraqê bi dest ve bînin, em her nabin piranî. Ji ber vê yekê, divê em tekezîyê li ser mijara hevparîya di desthilatdarîyê de bikin.“
Di beşekî dinê vê gotara xwe de Mesrûr Barzanî got, ku yekrêzîya gelê kurd pêdivê ye û divê hemû alî, li ser pirsên neteweyî xwedî yek hilwest bin.
Mesrûr Barzanî rexne li wan alîyan jî girt, ewên ku ji bo armancên xwe yên siyasî dîrokê şaş didin nîşandan û nav û dengê kes û partîyan xerab dikin.
Di derbarê pirsa Kerkûkê jî de Mesrûr Barzanî got: “ Tenê sozdan ne bes e. PDK bi kiryar daye xuyakirin, ku ew amade ye ji bo Kerkûkê qurbanîyan pêşkêş bike. PDK di sala 1975-ê de xwe û şoreşa xwe li ser Kerkûkê danî. Niha û di ayinde (pêşerojêde) jî de em amade ne, ku em xwe qurbanî Kerkûkê bikin.“
Di derbarê bajêrê Hewlêrê û hilbijartinan jî de Mesrûr Barzanî got: “ Em weha dibînin, ku Hewlêrê keleha kurdînîyê û serfirazîyê ye. Hewlêrê keleha bergirîya di ber mafên kurd de ye. Hewlêrê navenda perwerdekirina pêşmerge ye. Hewlêrê paytextê herêma kurdistanê ye û dê her serfiraz bimîne.
Di dawîya vê semînerê de Mesrûr Barzanî got: “ Prosesa guherînê ne bi dirişmekî ye û ti tişt bi şev û rojekê nahê guherandin. Em jî rojane di nava guherînan de ne. Em rojane ezmona xwe ber bi pêşvetir ve dibin, heger gilî û gazinde û kêmanî jî hebin, em dê wan bi hev re çareser bikin.

Back to top button