Tenê maye sînor bên kifşkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê û referandûmê, zûtir behsa destkeftên leşkerî û siyasî û xêzkirina sînoran kir. Kesayetiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî van destkeftan wek destkeftên mezin dibînin bo gelê Kurdistanê û dibêjin hema maye Kurd dewleta xwe rabighînin. Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman wan destkeftên siyasî û leşkerî yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bilind dinirxîne bo dema serxwebûna Kurdistanê û ligel wê de jî bi pêwîst dibîne ku ragihandina serxwebûna Kurdistanê, divê bi jihev têgehiştin be ligel Bexdayê û li gorî destur be. Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî mijara referandumê kiriye rojev û ev yek tiştekî baş e û pêwîste gelê Kurd biryara xwe bide, lê divê ji bo referandumê em yekrêz bin û partiyên siyasî di nava xwe de yekgirtî bin û xwedî yek peyam bin, wê demê dikarin hemû tiştî bikin. Dikarin referandumê bikin û madeya 140 cîbicî bikin û welatên cîhanê mecbûr bikin ku hîsab ji biryara Kurdan re bikin. Herwiha pêwîste hewl bê dayîn ku referandum hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê li xwe bigire û ne tenê li herçar parêzgehan bê kirin.” Ji aliyê xwe ve Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Pispor di wê zanistên siyasî de Ebdal Cuma Akreyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li vir em dikarin bêjin wek pirensîpekî qanûna şer, her aliyek bikaribe bi hêzê axê bistîne, ew ax nayê vegerandin. Jibilî vê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berdewam tekez li ser lidarxistina referandumê dike, da ku xelkê wan navçeyên Kurdistanî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ku ev jî dibe cihê çespandina yek ji pirensîpên mafê mirovan û encumena navdewletî.” Ebdal Cuma Akreyî wiha got: “Guhertinên vê dawiyê ku bi zendên dest û xwîna Pêşmergeyên qehreman bi dest hatine bûne sedema rûxandin û nemana sînorên Sykes-pîkot û sînorên nû hatine xêzkirin û bi nêrîna civaka navdewletî jî tenê maye kurd dewleta xwe rabighînin. Niha baştirîn dem e bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê ku destkeftekî mezin e û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwext derfet jê re amade dikir.”Bas 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: