Tenê gelê Kurdistanê dikare lêpirsînê li gel serok bike
Piştî serdana wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ya bo Herêma Kurdistan û Kerkûkê, hinek parlamenterên Iraqê dest bi komkirina îmzeyan a ji bo mêvadariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrên Herêma Kurdistanê kirine.
Sekreterê parlamentoya Kurdistanê Firset Ehmed di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Parlamentoya Iraqê mafê lêpirsîn yan jî bangkirina ti berpirsekî Herêma Kurdistanê nîne. Serokwezîr û wezîrên Herêma Kurdistanê li pêşiya parlamentoya Kurdistanê berpirs in. Ji bo serokê Herêma Kurdistanê jî, di destûra Iraqê de ti xalek nîne ku wî mafî bide parlamentoya Iraqê ku serokê herêmê bangî parlamentoyê bike. Serokê Herêma Kurdistanê rasterast bi dengê gel hatiye hilbijartin û tenê bi liberçavgirtina gelê Kurdistanê berpirsyar e.”
Di vê derbarê de endamê lijneya peywendiyên derve yê parlamentoya Iraqê Dr. Rewez Mehdî ji Rûdawê re got: “Hinek parlamenterên Dewleta Yasa wekî li dijî kiryarek li beramberî hewldanên bawerîstandina ji Malikî, ji bo mêvandarîkirina serok û serokwezîrê Herêma Kurdistanê hinek îmze komkirine. Ew îmze jî ji 25an derbas nakin.”
Dr. Rewez got: “Daxwaza vexwendina berpirsên Herêma Kurdistanê ya ji bo parlamentoya Iraqê, bi ti awayî ne destûriye. Serokê Herêma Kurdistanê ne bi dengê parlamentoya Iraqê, belkî bi dengê parlamentoya Kurdistanê jî hatiye hilbijartin. Bi awayekî rasterast û ji aliyê gelê Kurdistanê ve hatiye hilbijartin. Tenê gelê Kurdistanê dikare lêpirsînê li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.”
Endamê lijneya peywendiyên derve yê parlamentoya Iraqê Dr. Rewez Mehdî bal kişand ser hewldanên Bexda yên ji bo kêmkirina deshilata Hewlêrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hinek rayedarên Bexdayê, Iraqê wekî welatekî navendî dibînin û baweriya wan bi federaliyê nîne. Lewra bi hemû awayî hewl didin ku giraniya Kurdan kêm bikin. Bi ti awayî baweriya wan bi federalî, bi hev re jiyankirina aştiyane ya kurd û ereban nîne, di aliyê dijderketina Herêma Kurdistanê de diçin.”
Sakar Ebdulazade/Rûdaw