Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya konsolusê Çînê kir

Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Çînê yê li Îraqê kir.

Di hevdîtineke de  berpirsê pêvendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê jî  beşdar bû, konsulusê Çînê kêfxweşiya xwe ya li himber vê serdana Kurdistanê diyar kir û pesnê pêşkeftinên  li Kurdistanê pêkhatîn kir.

Konsulusê Çînê diyar kir ku, welatê vî hewl dide di çarçova pêvendiyên xwe yên bi Îraqê re pêvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re jî berfiretir û bihêztir bike û bo vê yekê jî niha hewl tê dayîn daku, kompaniyên Çînê werin  daku, li Kurdistanê de dest bi beşdarî kirin di prosesa hêlbirînê de bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê hevdem ligel diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han daxwaz kir ku, serdanên bi vê rengî berdewam bin daku, asta pêvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bilindtir bibe.

Serokwezîrê Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de meseleya vekirina Konsulusxaneya Çînê ya li Hewlêrê jî bi pêngaveke girîng wesif kir û piştgîriya xwe ji bo vê pêngava han diyar kir û ragihand ku, em gelek girîngî didin  pêvendiyên xwe yên bi Çînê re û deriyên Kurdistanê jî ji bo kompaniyên Çînî vekirîne.

Back to top button