Şamîl Tayyarê AKPyî bi peyama xwe bertekên mezin girtin

Parlementerê CHPê yê Dêrsimê, doh êvarê ji aliyê PKKê ve hat revandin. Li ser vê bûyerê, parlementerê AKPê yê Dîlokê Şamîl Tayyar, li ser hesabê twittera xwe peyameke wiha weşand, “”PKKê Huseyîn Aygunê CHPyî kiriye mêvan, bila muhabbeta we zêde be, zêde be lê gel bi vê lîstikê bawer nake.” Li hemberî vê twittê dît ku bertekên zêde hatin, Tayyar îcar dest bi analîzên kûr kir ku, vê gotina xwe a sosret telafî bike.
Di nav kesên ku bertek nîşan dan de ji wan yek jî rojnamevan Sevîlay Yukselir bû. Yukselîr wiha Şamîl Tayyar rexne kir, “peyameke bi vî awayî mirovekî di rêzê de kare binivîse lê parlementerekî ku bi Huseyîn Aygun re di bin baniyê heman parlemenê de ye nikare binivîse. Ez te şermezar dikim.”
Li ser vê berteka Yukselîr, Şamîl Tayyar wiha bersiv da Yukselirê, “bêedebiyê neke, hedî xwe zanibe!”
Şamîl Tayyar yê AKPyî, piştî bertekên mezin, twitteke wiha weşand, “bila ji CHP û welatê me re derbasî be, Aygun bila zûtirê rojekê vegere nav me, bila Xwedê hesabên xerab biherimîne, amîn.”