Polîtîk

Xortê ku rasta êrîşa polîsan hat, jiyana xwe wenda kir

Li navçeya Karabaglarê a Îzmirê, polîsan bi guleyan bera xortan da. Di encama gule berdana polîsan de, Emrah Barlak, Erhan Barlak û Faruk Karhan hatin birîndarkirin. Emrah Barlakê ku bi mesafeyeke nêz de ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da. 

Rehşa Erhan Barlak her diçe giran dibe û jiyana wî jî di nav xetereyê de ye. Rewşa birîndarê din Faruk Karhan, ber bi başiyê ve diçe. 

Li gorî nûçaya DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle), dîmenên ku ketine destê wan, nîşan dide ku, polîsan bizanebûn, hedef ji xwe re hilbijartine û gule berdane 3 xortan. Polîsan, piştî birîndarkirina xortan, rûyê xwe ba didin û hêdî hêdî li cihê bûyerê dûrdikevin. 

Back to top button