Polîtîk

Tenê bi Kurdî re "W" qedexe ye

Edaleta Tirkiyê bi biryarên nakokî ciwakê dabeş dike. Li heman welatî, ji bo hin kesa, ku ew bi temamî Kurd in,  tîpa “W” tê qedexekirin, lê ji bo hineka jî tîpa “W” serbest e.

Çend rojan berê, ji aliyê dadgeha edlî û îdarî ve, biryar hatibû dayîn û navên kû têde tîpa W,X,Q derbas dibe, li gor zimanê xwe nahesibandin û biyanî dîtin û qedexe kirin. Çima ku di navê, Navenda Çand û Hunera Ciwan a Cegerxwîn de, tîpa “W” derbas dibû, nav qedexe kirin. Dîsa di navê parqa Merwanî de, ji bo ku tîpa “W” heye, qedexe kirin. Bi vî awayî, qasî navê 20 parqa hatin qedexekirin. Lê heman têgeh, her roj televizyona ku temaşe dikin a ku navê wê Show TV’ye nabînin û ne dozê vedikin, ne jî qedexekirin tê bîra wan. 

Kanala televizyona Show Tv.yê a ku bi salen e weşana netewî  dike, heta niha di derbarê navê qanalê de ti nerazîbûn an doz  nehatine vekirin. 

Dîsa, di TRT Şeşê de 24 saeta weşana bi zimanê Kurdî tê kirin. Hemû tîpên ku di elfebeya Kurdî de cih digirin tên bikaranîn.  Heta bernameyên bi navê wek, Ciwanî, Dîwan, Rêwî hene.

Bi awakî eşkere ku neyê ziman jî, herkes baş zane ku, di biryareke bi vî rengî girtin de, pirsgirêk ne W û X û Q û tîpên din in, pirsgirêk, netehemulkirina li hemberî nirxên Kurd û Kurdistanî ne. Ger ku ne wisa be, li heman dewletî ji bo hineka “W” serbst, ji bo hineka jî qedexe nabe.  

Back to top button