The New York Times: Çekên muxalifên Suriyê CIA organîze dike
Li gorî nûçeya ku ji aliyê rojnameya Vatanê ve hatiye weşandin, rojnameya Amerîkî a herî zêde xweden xwendevan e, The New York Times, îdiayeke balkêş avêtiye holê. tê îdiakirin ku, muxalifên li hemberî rejîma Baasê şer dikin, ji bo wan sewqiyata çekan ji aliyê sîxurên CIA’yê ve tê organîzekirin. Sewqîyata çekan a ji bo muxalifên Suriyê jî, ji aliyê sînorê başûr yê Tirkiyê ve çek tên veguhestin.
Rojnameya Washington Postê jî diyar kiriye ku, li bajarê Tirkiyê li Hayatyê, hejmara sîxurên CIA’yê 6 hezar e.
Rojnameya The New York Timesê, di berdewamiya nûçeya xwe de îfade dike ku, sewqiyata çekan a ji bo muxalifên Suriyê, ji aliyê şebekeyeke veşartî ve, ku di nav wan de Koma Misilmanên Bira yên Suriyê jî heye, tê kirin. Perê vê organîzasyonê jî, Tirkiyê, Erebistana Siudî û Qatar dide. Sîxurên CIA’yê, bi muxalifan re çekên wek, tifengên otomatîk, tankşikên û hin çekên din dişîne.