Civak

Kampaniya komkirina alîkariyê bo rojavayê Kurdistanê

Li bajarê Silêmaniyê, başûrê Kurdistanê, kampanya komkirina alîkariyê bo kurdên Sûriyê ji aliyê koma “Bangî Kurdayetî” ve hat destpêkirin. 

Kemal Ebûbekir berpirsê koma Bangî Kurdayetî di preskonferensekê de behsa kampaniyaya wan destpêkirî kir û got:

–  Ji bona piştevanîkirin û nîşandana hevxemiya xwe bo kurdên rojavayê Kurdistanê  me, kampanya komkirina alîkariyê dest pê kir. 

– Koma me bi awayekî fermî hatiye avakirin û waliyê Silêmaniyê jî ev yek qebûl kiriye, lê tu partî û rêxistinên din pişta koma me nagire û em xwe wek komek bêalî bo vê kampanyayê didin nasîn. 

Berpirsê koma Bangî Kurdayetî got ku, li dor çawaniya destpêkirina kampniyayê, ew  dixazin civînek digel waliyê Silêmaniyê encam bidin û di civînê de, ew dê  ji wî bixazin ku bi rêya mizgeft û melayan ve bo kampanyaya han alîkarî bê kirin. 

Kemal Ebûbekir got:

– Me ji waliyê Duhok û Hewlêrê jî xwestiye pişta vê kampanyayê bigirin û li wan parêzgehan jî alîkarî bo kurdên rojava bên komkirin. Em dê alîkariyên xwe bi rêya Hîva Sor a navdewletî bigihînin destê kurdên rojavayê Kurdistanê. 

Back to top button