Cîhan

Temurcî: Li Tirkiye pêvajoyek nû destpê dike

Piştî biryara AKPê di derbarê Ahmet Davutoglu de, gelek kesayetên di nava vê partiyê de ku berê berpirs bûn, ya ew jî ji AKPê têne avêtin yan jî bi tohmeta hevaltiya Davutoglu hinekan ji partiyê tavêjin.

Gelek kesên di nava AKPê de demekî xwedî bandor jî, destpêkirine ji vê partiyê xwe didin aliyekî û îstifa dikin.

Li ser biryara avetina Davutoglu ji partiye, serokê AKPê yê Stanbulê yê berê Selim Temurcî daxûyaniyek da û got: Ev pêvajoya ji partiyê avêtin , ji bo Tirkiye destpêk nû ye.Erdoganê ku me nasdikira li hevalên xwe xwedî derdiketa, min û gelek hevalên xwe hêvî dikira ku AKP li nirxên xwe xwedî derkeve.Em man hêviyê ku hinek muhaseba xwe bikin. Eger AKP bifikirê ku bi van avêtina wê tiştekî destve bîne xwe dixapîne.

 

 

Back to top button