Polîtîk

Temellî bangî Erdogan kir: Dest ji lîstikan berdin, cidî bin..!

Alîkarê Serokê Koma DEM’ê ya Parlementoyê de, Sezaî Temellî der barê pêvajoya nû ya înîsiyatîfê de dibêje: “Em her tim ji hikûmetê heman tiştî dibihîzin, ‘Bila PKK kongreyên xwe li dar bixe, bila dest ji çekan berde’. Ji ber vê yekê ew ê kongreyê çawa li dar bixin, li ser van tiştan tiştek nayê axaftin.

Di pêvajoya însiyatîfa nû ya ku serokê MHPê Devlet Bahçelî endezyarîya wê dike, bang kirîbş ş di heman demî de serokê PKKê Abdullah Ocalan , di 27ê Sibatê de banga bêçekkirin û tesfiyekirina PKKê kirî bû.

Cîgirê Serokê Koma DEM’ê Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê ya li parlementoyê de daxuyaniyek da.

Temellî got, “Hikûmet ji 27’ê Sibatê heta îro di nava cemidandinê de ye.” Ji ber vê yekê ew ê kongreyê çawa li dar bixin, li ser asayîşê, qanûnê, şert û mercên lidarxistina kongreyê, birêz Ocalan wê çawa beşdarî kongreyê bibe, li wir tiştek nayê axaftin.

Temellî wiha dewam kir:

“Her kes şahidiyê dike ku mijara danîna çekan di rastiyê de dirûşma devjêberdanê ye, parçeyê xuya ye û li pişt wê veguhertineke mezin heye. Dest ji lîstikan berdin. Cidî bin, rasteqîn bin, pêngava aştiyê ya ku dê li gorî hêviyên civakê pêk were, bavêjin. Meclîs ji bo ku civakek demokratîk avabike bike amade ye. Meclîs amade ye ku komîsyonê ava bike û bi pêş bixe.”


Piştî hevdîtinê dema endamekî çapemeniyê daxuyaniya Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a “Niha pêvajoya ‘Tirkiyeya bê Teror’ weke ku hatiye plankirin dimeşe” bi bîr xist, Temellî got, “Eger samîmî bin, ez difikirim ku divê di zûtirîn dem de gavên hatine avêtin bi raya giştî re parve bikin. Pêdiviya raya giştî di derbarê vê mijarê de heye. Ji ber ku ji 2’ê Sibatê û vir ve pêwîstiya me hemûyan bi dewletekê heye.” Ji 27’ê Sibatê û vir ve em her tim heman tiştî dibihîzin: ‘Bila PKK kongreya xwe li dar bixe û dest ji çekan berde.’ Ji ber vê yekê ew ê kongreyê çawa li dar bixin. Ew ê çawa kongreyê pêk bînin. Nîqaşkirina şert û mercên kongreyê, dê bi çi rengî li wir be… Li ser vê yekê tiştek nayê axaftin Cidî, rasteqîne, gavên aşitiyê yên ku hêviyên civakê pêk bînin, Meclîs ji bo civakek demokratîk ji bo çi pêwîst be amade ye.


Back to top button