CîhanPolîtîk

Têkiliyên Rûsiya û Kurdistanê ber bi pêş ve diçin

Şandeya Rûsiyayê ku ji Maksîm Magsimol balyozê nû yê Rûsyayê li Îraqê, Veleryan Şovayer cîgirê rêveberê giştiyê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqiyayê li wezareta derve û berpirsên kompaniya Gazprom pêkatibû, roja 01.03.2017ê li bajar Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.Balyoz Magsimol ku, ev cara yekemîne serdana Herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê diyar kir û got ku ew dê giringiyê bi têkeliyên navbera Hewlêr û Moskovayê  bide.  Wî got ku Rûsiya di warê aborî de giringiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide û şirket û kompaniyên rûsî bi giştî û kompaniya Gazprom bi taybetî teşwîq dike ku di warê enerjiyê de sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê birazînin.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku balyozê nû yê Rûsiyayê li Îraqê, di kar û xebatên xwe de serkeftî be û têkeliyên navbera Rûsiya û Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve biçin. Serowkezêtîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya şirket û komapniyên welatên dost dike ku li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe di warên cuda de birazînin. Serokwezîr diyar kir ku ji encama wan pêngavên hikûmetê di warê çaksaziyê de avêtine , rewşa herêma Kurdistanê ber bi başiyê diçe û kompaniyên rûsî dikarin di hemû waran de berhemanînê bikin.Barzanî behsa kar û xebatên kompniya Gazprom ku çend sale li Hrêma Kurdistanê kar dike, kir û got ku, ew kompanî ne bi tenê kompaniyeke rûsî, lê ew kompaniyeke navdewletî ye û di paşerojê jî de hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bona berfirehkirina karên wê,  dê piştevaniya Gazprom bike. 

Back to top button