Têkiliyên Britanya û Kurdistanê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê pêşwaziya Martyn Warr Konsulê nî yê Birîtaniyayê li Hewlêrê û şandeka pê re kir.Li hevdîtinekê, Warr  bi amaje kirin bi alîkarî û hemahengî ya navbera dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Birîtanyayê daxwaza berfireh kirina tîkilî yên navbera Hewlêr û Bexday li hemû waran kir.Her wiha mêrxasî û çav netirsiya gel û pêşmergehên Kurdistanê li şerê dijî DAIŞê û hembêz kirina hijmareka zêdeya penaberan giring nirxand û pêdagirî li ser berdewam bûna alîkarî yên welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê serbazî kir.Serokwezîr bi sipas kirina Balyozê nû yê Birîtaniya, hêviya serketinê de erkê nû de jê re xwest û pêştîvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ser xistan karên wî nîşanda.Her wiha sipasiya Hikûmeta Birîtaniyayê kir ji bona alîkarî yên serbzaî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê û pêdagirî li ser  pitir pêşxistina têkilî yên du alî kir.Nêçîrvan Barzanî kurtiyek derbarê rewşa abûriya Herêma Kurdistanê xiste berçav û  xuya kir Birîtaniya di vî warî de dikare  bi rêya pal dana kompaniya yên welatê xwe ji bo bi cih anîna piroje yên sermaye guzariyê li Herêma Kurdistanê rolê xwe bilîze, bi awayekê ku Herêma kurdistanê bikene senterek ji bo piroje yên xwe li seranserê Îraqê.Her wiha derbarê têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayî jî xuya kir Herêma Kurdistanê amade ye ji bo çareser kirna pirsgirêkên helavîstî bi rêya diyalogê, ku Birîtaniya dikare di vî ware de rolê xwe bilîze.Her du aliayn li dawiyê bal kişandine ser rewşa deverê û dawîn pêşhatên şerê dijî terorîstên DAIŞê. 

Nerîna min :