Tekesta axavtina Nêçîrvan Barzanî li Duhokê

Duhî êvarê roja sêşemiyê 11.09.2012ê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku, di heman demê de ew serokwezîrê Kurdistanê ye, merasima pîrozkirina 66saliya damezrandina PDKê û 51 saliya şoreşa Îlonê bi beşdarîkirina cemawerekî mezin hat pîroz kirin.
Di vê merasimê de ku, li stadyuma bajarê Duhokê hat saz kirin, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkeşî cemawrê şahiya pîrozkirina şoreşa Îlonê kir.
Ev li jêr teksta gotara Nêçîrvan Barzanî:
Bi nave xwedayê mezin û dilovan
Hêjayan, cemawerê xweragirê Duhoka xweştivî, amadebûyên birêz, hûn hemû bi xêr bên serseran û serçavan. Ez kêfxweş im ku, careke din digel we yên birêz beşdariyê di bîranîna 66saliya damezrandina PDKê û şoreşa Îlonê de dikim.
Em, bi vê minasebetê, pîrozbahiyên xwe li hemû gelê Kurdistanê dikin û rêz û hurmetê bi canê paqijê hemû şehîdên Kurdistanê dubare dikin û em, ji bo xebat, xizmet û westiyana hemû miletê kurd yên ku, em gihandîn îro, bejna xwe diçemîn in
Her bi vê minasebetê em sere xwe ji bo yekem şehîdê Îlonê dadinin ku, şehîd Heme Telanî ye yê ku, bi yekem şehîdê şoreşa Îlonê hatiye naskirin.
Bîranîna wan hemû qehremanan, şoreşger û pêşmergeyan dikîn yên ku, bi şev û rojan xebat kirî, westiyayîn û şehîd bûyn ji bona ku, azadiya îro heye bo miletê xwe bidest ve bînin.
Xuşk û birayên xweştivî
Di rojeke weke îro de, li sala 1961ê, piştî hikûmeta Ebdulkerîm Qasim daxwazên gelê kurd bicîneanîn, serok Barzanî û Partî neçar bûn dest bidin çekê şerefê û xebat û bergiriyê ji bona azadiya kurd û Kurdistanê bikin. Ew roj rojeke dîrokî ye, ne bi tenê çunkî serok Barzanî û pêşmergeyên wî dest bi xebatê kir, lê giringiya 11ê Îlonê vedigere bo hişiyarbûna miletê kurd, piştî bêdengiyeke dirêj li hemû parçên Kurdistanê.
Mezinahiya cenabê Barzanî û pêşmergeyên wî ji vê hişiyarkirinê tê. Hemû xelkê Kurdistanê, hemû kurdperwer, li banga şoreşê û azadiyê hişiyar bûn û berhemê wê hişiyariyê hêşta li Kurdistanê berdewam e. Berhem û encamê wê; azadiya Kurdistanê bû ye, avadanî û pêşkeftina miletê me bû ye.
Hêjayan
Şoreşa Îlonê şoreşa hemû xelkê Kurdistanê bû. Şoreşa hemû welatperwerên Kurdistanê bû. Raste wê şoreşê bi nave Partiya Demokrata Kurdistanê dest pê kir, lê hemû xelkê Kurdistanê, yê/a kadiro û ne kadiro, yê/a pêşmerge û ne pêşmerge, yê/a Partî û ne Partî di şoreşê de beşdar bûn. Ev serhildana giştî serhildana miletê kurd bû, serhildana miletê bin dest bû û bo azadiyê û rizgarkirina welatê xwe bû.
Di şoreşa Îlonê de yekemîn car yekbûna netewiya kurd û hemû gelê Kurdistanê bû rastiyek û xebata gelê kurd, di şoreşa Kurdistanê de, ji çarçoveyê eşîrtî, herêmî û parçe-parçetiyê derket û ew bû şoreşeka sertaserî Kurdistanê, her ji Zaxo ta Xaneqînê.
Barzaniyê memir ew şeref da ku, hemû gelê kurd, ji bona xebat û rizgariya gelê me, di bin yek civat de kom bike. Vê yekgirtinê, piştî hinge, li şoreş û xebata gelê me li parçên din yên Kurdistanê û partiyên din rengdayeve, ango Partî û Barzanî çirayê yekgirtina kurd û Kurdistanê pêkir û ew, meşxela şoreşekê bûn ku, hemû miletê kurd bi yek deng digel wan beşdarî di şoreşê de kir. Bê şik, îro jî miletê me rê nade ku, tu carî ev ronahiye jinav biçe û bi hêviya Xwedayê mezin dê gêncên vî welatî li ser xebat û tekoşînê bo gihandina peyama Partî û Barzanî berdewam bin, ew jî bicîanîna azadî û serferaziya zêdetir e ji bo netewe û miletê me li her cîykê lê bin.
Sîfetkî din yê giring yê şoreşa Îlonê ku, ew sîfet li tu şoreşên hevçerx nayê dîtin, dijatiya terorê û şideta dijî xelkê medenî bû. Şoreşa Îlonê ew şeref hebû ku, di dîroka xwe ya 14 salî de yek haletê terorê li dijî xelkê medenî nehat encam dan. Delîveya wê yekê nehat dan ku, ev serhildan û ev xebata miletê me a ji bo bidestveanîna mefên xwe, bibe xebatek, bibe dijminatiyek dijî birayên me yên ereb li Îraqê, lê ev şer, şerê azadî û serferaziya miletekî bû ku, li dijî diktatoriyê bû û ji bona gihiştin bi mafên xwe yên rewa di Îraqake yekgirtî de bû.
Hîngê û îro jî, bi dîtina me, xebat ji bo azadiya morivî ye, bo rizgarkirina Kurdistanê ye, ne ji bo terorê, kuştin û wêrankirinê ye, miletekî bin dest daxwaza mafên xwe kirye û xebat ji bo bidestveanîna wan mafan kiriye. Ev rengê xebatê rêz û hurmeteke mezin bo miletê kurd li nav hemû dinyayê peyda kir û roj bo rojê dostên gelê me zêdekirin.
Îro ciyê şanaziyê ye em bêjin; tu wextekî xebata miletê me, ji bona bidestxistina mafên xwe, dest bo şidetê û terorê nebirîye. Ciyê şanaziyê ye bo Partî ku, wê serokatiya şoreşa mezin kir bo parastina miletê me û parastina biratî û dostîniya miletan li Kurdistanê. Di ser dema şoreşa Îlonî, Kurdistan mal û wargehek bû bo hemû şoreşgerên kurd û ereb li vî welatî. Şoreşa Îlonê, şoreşa xelkê Kurdistan bû û dijî zordarî û sitema desthilatdarên Bexdayê bû, ji ber vê yekê şer ji warê leşkerî daneket nava xelkê, ev yek jî di şoreşa Îlonê de serferaziyek mezin bû.
Rêzdaran
Di bîranîneke wisa de, pêdviye em li ser rewşa herêmê, Îraqê û Rojhilata Navîn rawestin. Di demekê de ku, şoreşên cemawerî û xebata medenî tesîreke mezin li ser herêma Rojhilata Navî dirust kiriye, lê gelê Kurdistanê bi serhikdana sala 1991ê bû pêşeng bo serhildana cemawerî li Rojhilata Navîn.
Li Kurdistanê, em ji her demeke din pêtir pêdivî bi yekrêzê û yekgirtina navmala Kurdistanê heye da bikarîn digel pêşhatên nû teamilê bikîn û bikarîn pêngavên baştir ber bi paşerojeke geş bo miletê xwe pavêjîn.
Digel Îraqê, me hêvî heye ku, destûr û danustandin digel niyeteke paqij hemû astengiyan ji hole rakin û kultura gef û şer nemîne û zimanê danustandinê di navbera xelkê Îraqê de bibe kulture me hemûyan. Me bi hev re gelek azar û nexweşî ji destê diktatoriyê û şerî dîtine, hêvîdar în ku, tenê diyalog bibe zimanê têgehiştinê li vî welatî. Xelkê vî welatî hêjayî azadî, aşitî û xizmetên zêdetir e.
Li astê Rojhilata Navîn û cîhanê, siyaseta me hertim digel tebayî, aşitî û biratiyê bûye. Me hertim ji bo biratiyê bizav kiriye û me destê hevalîniyê dirêj kiriye bo wan miletên kurd digel dijîn.
Kurdistan û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê, hertim amla her hemûyan bûye, xîvetek bûye cîyê hemûyan dibin de hebûye, me li Kurdistanê, bi taybetî di nav Partiya Demokrata Kurdistanê de, hemû reng û netewe û hizrên cuda hilgirtine û bi hev re ber bi armancên hevpişk birine. Ji ber vê yekê hertim me şiyan hebûye xwe digel serdemê biguncîn in, û di xebata ji bona armancên netewî yên miletê kurd serkêş û pêşeng bin.
Em hêvêdar in niha jî Partiya Demokrata Kurdistanê û hûn, peyama we peyama yekrêziya miletê me be û bi hev re karkirin be bo bidestxistina wan mafên ku 66sale xebat bo tê kirin û qurbanî jê re tên dan û xelk ji bo tê şehîd kirin.
Careke din vê bîranînê li we pîroz dikim û hêvîdar im kadiroyên Patiyê wezîfeya ser milên xwe bizan in ku ew jî, pêdviye zêdetir di nav cemawer de bin û xizmeta miletê kurd bikin. Mezintrîn sermayeyê Partiyê xebata wê ye, piştgiriya miletê kurd e bo Partiyê, Partî di xebata xwe de di sala 1975ê de rastî çikestineke mazin bû, ji encamê komployeke mezin şoreşa kurdî şikest, ew tişta ku, careke din Partî rakirî ser lingan, bi tenê yek tişt bû, piştevaniya cemawerê Partîyê bû û bi piştevaniya cemawerê kurd, Partî karî xwe li ser piyan bigire.
Îro jî careke din pêdvîye kadiroyê Partiyê di nav hikûmetê û hizbê de, li her cîyê lê be, pêdviye xwe bi xizmetkarê miletî bizane. Pêdviye bizane ku, sermayeyê berdewambûna Partiyê a van hemû salan piştevaniya cemawerê wê bûye, û bi tenê Partî dê bikare bi piştevaniya vî cemawerî jiyana xwe ya siyasî li Kurdistanê berdewam bike.
Di Kurdistanê de, îro, ji bo yekalîkirina her pirsgirêkekê li welatî, me behsa sindoqên dengdanê kirye, me behsa hindê kirye ku, pêdviye arîşeyên hene bi rêya sindoqên dengdanê bêne çareserkirin.
Serokê Partiyê hizra hilbijartinan di sala 1992ê de pêşniyar kir ku, pêdviye arîşeyên Kurdistanê bi hilbijartinan bên yekalîkirin. Ev sîsteme sîstema Kurdistanê ye, ew şeref Partî hebû ku, ev hizir ji destpêkê ji aliyê serok Barzanî ve hatiye pêşniyar kirin.
Pêdviye Partî baş bizane ku, rêya serkeftina wê û berdewambûna wê li ser xebatê bi tenê piştevaniya cemawerê Kurdistanê ye, xizmetkirine, xizmetkirina miletê me ye, xizmetkirina malbatên şehîdan e, tewaz’î û çûna nav xelkî ye û ev yek jî dê Pertî serbixe, ne tu tiştek din.
Delîveyên mezin li pêş me hene, li pêş miletê kurd hene, yekrêziya xwe biparêzin û xebata xwe berdewam bikin, bê guman, em dê bigihin wan armancên şehîdên me xebat jê re kirî û pêşmergeyên me jê re xwe westandî û xebat jê re kir û di wê re de şehîd bûn, da vê roja geş bo me bi cî bînin.
Careke din bi vê helkeftinê, ez silav û rêzên serokê Partiyê digihînim we, bê guman, cenabê serokî gelek hez dikir di vê şahiyê de beşdar be, lê ew li Hewlêrê yan li cîyekî din dê beşdar be, lewra silav û rêzên cenabê wî qebûk bikin û ev yade li her kurdekî/ê û kurdistaniyekî/ê pîroz be.
Ev şoreş, destpêkirina wê Partî bû, lê şoreşa hemû miletê Kurdistanê ye, her kesek her hizbek, piştî hinge eger ji Partî cuda bibe jî, îro ew roje ku, em wan bi bîr bînin û rêzê li wê xebatê bigirîn, li wan hemû kesan bigirîn yên ku, ne Partî jî ku beşdarîkirine di şoreşa Îlonê da, ne pirobleme ku dîtinên wan ji yên Partiyê cuda bin, lê wan wê rojê xizmet li bin alayê Partiyê xizmet bo milatê Kurd kiriye. Piştî hêngê jî xizmeta xwe di partiyeke din a siyasî bi bîr û dîtinên din berdewam kiriye, lê dîsa jî bo xizmeta miletê me bûye, em wan hemûyan îro bi bîr tînin.
Hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim û hûn gelek bixêr hatin serçavan