Dadgehê parastina bi Kurdî qebûl nekir û parêzeran salon terk kir

Doza 44 rojnamevanên Kurd, a ku ji wan 36 rojnamevan girtî têne darizandin, di roja sêyemîn de dewam kir. Doz li 15 Dadgeha Cezayê Giran, li Dadgeha Çaglayanê a Stenbolê tê dîtin. Rojnamevanên ku bi hinceta, “Konseya Rojnamevanan a KCKê” tên tawanbarkirin, di rûniştina îro de, xwestin ku parastina xwe bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî bikin, lê dadgehê rê neda vê. Ji ber vê jî, parêzerên rojnamevanan ji salona dadgehê derketin.
Ev biryara dadgehê a ku nehîştin parastina bi Kurdî bê kirin, rojnamevanên girtî jî, bi banda reş devên xwe bandkirin û paşiya xwe ji heyeta dadgehê de kirin û bi çepikan helwesta dadgehê protesto kirin.
Parêzeran îfade kir ku, di roja salvegera 12ê Îlonê de, ji aliyê têgeha 12ê Îlonê ve darizandin tê kirin û wana wê bi vê dadgehê re nebine fîguran.