Civak

Li Amedê di 2 salan de 1286 "zarok" bûne dayîk

Li gorî zagona bingehîn, mirovên ku 18 saliya xwe tije nekiribin, zarok têne hesibandin. Dîsa li gorî zagonan, mirov nikare hîn ku 18 saliya xwe tije nekiriye bizewice. 

Li gorî daneyên Nexweşxana Nexweşiyên Zarok û Jinan a Amedê, ku xizmet dide bajarên derdorê jî, di nav 2 salan de, d sala 2010 an heta 2012 an de, hezar û 286 zarokan zayîn kirine. Li herêma Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyê, keç zû têne zewicandin û ji ber vê ye jî ku, hîn gellek keçên ku zewicîne, salên wan hîn negihîştine 18 saliyê, dibine dayîk.

 Li gorî daneyên Nexweşxana Nexweşiyên Zarok û Jinan a Amedê, di sala 2010 an de 573 zarokan zayîn kirine. Di sala 2011 an de 520, di 8 mehên îsal a sala 2012 an de jî, 193 zarok bûne dayîk.  

Operator Dr. Yunus Çavuş, ji Ajansa Anatolyayê (AA) re daxuyandiye ku, nexweşxana wan, ji derdoreke berfireh re xîzmetê didin. Li bajarên wek, Wan, Muş, Colemêrg û Bedlîsê jî gellek nexweş ji bo dermankirin û zayînê ji xizmetên Nexweşxana Nexweşiyên Zarok û Jinan a Amedê sûdê werdigrin. 

Li heman nexweşxanê, salê nêzika 20 hezar zayîn tên kirin. 

Hêjayê gotinêye; li gorî zagona bingehîn, jinên zewicî yên salên wan jêr 18 salan re ye zarok tên hesibandin û dema dizên jî, wek zayîna zarokan li gor îstatîstîkan tên girtin. Lê rastiya civakê ne wisa ye û di nav civakê de gellekî normal e zewaca keçên 16-17 an 18 salî.  

Back to top button