Polîtîk

Gotubêj li ser ragihandina artêşê

Nivîskarê rojnameya Zamanê Huseyn Gulerce, li ser teqandina bombeyên li barîgeha parêzgeha Efyonê gotiye ku  ”Hersê rûdanên mezin, kiryarên artişê ne. Ew jî, ji bo ku hikûmeta AK Partiyê têkeve tengasiyê kirine.”

Huseyn Gulerce

Huseyn Gulerce dibêje: Hiza Çekdar a Tirkiyê, rewşeka xwe ya cidî heye. Di dema şerê sar de avakirin û berpirsyariya xwe ya rasteqîne hêlaye, bi nexweşiya cuntacitiyê ve lipikiye û bi derbeyên leşkerî îdarekirina welêt xistiye destên xwe, ji ber hindê vê saziya girîng daxistiye tevlîheviyê. Ev ne riyeke rast e, xirabiyek e ku bi artişê tê kirin.

Artişê gotiye: Roja heştê Êlûnê ew 25 leşkerên ku li Efyonê bi teqandina bombeyên cebilxaneyê hatine kuştin, ne leşkerên nû ne.” Ji rastiyê dûr e:

– Lewra 15 leşker, ên demkurt bûne û tenê sê hefte kursa leşkerî dîtibûn.

– Leşkerên dî jî nûhatî bûne û tenê 21 roj kurs dîtibûn.

– Di van demên dawîn de 88 leşker hatine kuştin û 54 ji wan kesên pispor bûne, ji rastiyê dûr e”, yên pispor 34 bûne.

Back to top button