Cîhan

Li Bingazî balyozê Emerîkî kuştin

Li Misrê û Libya êrîşê balyozxana Emerîkî kirin. Li Bîngazî karmendek yê konsolusxana Emerîkîhate kuştin.

Fundementalîstên misilman li Qahîre paytextê Misrê êrîş birin ser balyozxana Emerîkî.  Xwepêşandana dan xuyakirin ku li Emerîka mesîhiyên Kiptî filmek çêkirine û di filmê de heqaret li Hz.Muhammed hatiye kirin.

Li gora daxuyaniya berpirsên balyozxanê, wan bi çekan bersiva xwepêşandanan dane. Niha jî, ji bo çareserkirina arîşeyê di navbera dîplomatên Emerîkî û berpirsên dewleta Misrê de hevdîtin têne kirin.

Herweha li Libya bajarê Bingazî jî ji bo protestokirina filma hatî çêkirin grubek mezin êrîş birin ser konsolusxana Emerîka û di vê êrîşêde berpirsek ji wezareta derve ya Emerîkî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê sedemê wezîra derve ya Emerîka Clinton bi rêya telefonê  serokkomarê Libya Muhammed Yusuf el-Magarif re pêwendî daniye û li ser bûyerê gotubêj kirine.

Muhammed Yusuf el-Magarif ji bo bûyerê xemgîniya xwe daye kifşkirin. Di vê derbarê de Clinton got:Hinek dixwazin vê êrîşa bi xiyanet wek famekî bidin nîşandan.Baweriya me li toleransa olî heye û em hurmeta hemi ferqiyên olî digirin.Tu sedema ku van êrîşa rast bide nêşandan tuneye.

Back to top button