Polîtîk

Dr.Mehmûd Osman: Tirkiye hîn jî hebûna Kurd qebûl nake

 

Parlementerê parlemena Iraqê Dr. Mehmud Osman, dimijarên rojevê de, bi DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan A Dîcle) re peyîvî. Osman, bal kişande ser axaftinên Serokwezîrê Tirkiyê recep Tayyip Erdogan ên weke, li Tirkiyê mesela Kurd nemaye, tenê ‘pirsa terorê heye’ jî got: “Kurdên netewa xwe, mafê xwe diparêze ji aliyê Erdogan û dewletê ve wekî terorist tê dîtin” 

Di derbarê niqaşên li ser BDP’ê de jî Mehmud Osman destnîşan kir ku, têkiliya di navbera BDP û PKK’ê de tiştekî pirr normal e û wiha dewam kir: “Siyaseta  BDP’ê pirr zelale û aştiyane ye. Siyaseta hikumeta niha ya AKP’ê pirr şaş e. Pêwiste Tirkiye siyaset xwe biguherine. Di destûra wan a bingehîn a Tirkiyê de dibêje ‘herkesên ku li ser vê axê dijîn Tirk in. Ev yek ne li Iraqê, ne li tû derê cîhanê û li Îranê jî nîne.

Perlemanterê Iraqê Dr.Mehmûd Osman, di berdewamiya hevpeyvîna xwe de, êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirkiyê a li ser axa Başûrê Kurdistanê  pêk tîne jî bibîr xist û got: “Balafirên şer yên bi ser şêniyên gûndên Qendîlê de bombeyan dibarînin ne terorîst in. Yên ku li dijî vana mafê parastina rewa bikar tîne nîne. Tirkiye siyaseta terorîzma dewletê li dijî Kurdan bikar tîne.” 

Di derbarê tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê meşandin de jî Mehmud Osman wiha got: “Hikumet dixwaze bi astengkirina hevdîtinan, Ocalan teslîm  bigre, ev yek şaş e. Divê bi kesên pê re şer dike re, bi PKK’ê û Ocalan re rûnin.”

Li ser tehdîtên Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê de jî Osman got, “heta niha 400 hezar Kurd li Suriyê bê nasname bûn. Dema Kurd li Suriyê dimeşe Tirkiye jê ditirse. Tirkiye li hember her hebûn û tevgerek Kurdan pirr hesas e. Li kuderê çalakiyek Kurdan hebe Tirkiye jê ditirse. Tirkiye, li hemberî hebûna Kurdan weke gayê Spanyayê tevdigere û êrîş dike.”

 

Back to top button